Xizmetên tenduristiyê yên li Şengalê têr nakin
- 09:08 21 Mijdar 2026
- Tenduristî/Werzîş
Rojda Aydin
ŞENGAL - Tevî derbasbûna 11 salan li ser fermana Şengalê, kêmbûna derman, bijîşk û amûrên bijîşkî gihîştina xizmetên tenduristiyê dixe metirsiyê. Şengaliyên ku neçar dimînin biçin bajarên derdorê, dixwazin bi peymana entegrasyonê re statuyeke fermî bidin navendên tenduristiyê û keda bi salan neyê paşguhkirin.
Li Şengalê ku piştî fermana sala 2014’an de civak hewl dide ku birînên xwe bipêçe. Tevî derbasbûna 11 salan jî hîn pirsgirêkên di gihîştina xizmetên bingehîn ên jiyanê de berdewam dikin. Yek jî wan kêmasiyên sereke mafê tenduristiyê ye. Nebûna navendên tenduristiyê, kêmasiya bijîşk, kadroyên tenduristiyê û amûran pirsgirêkên sereke ne. Her wiha astengiyên ku nexweş nikarin xwe bighînin dermanan jî hene. Bi peymana entegrasyonê ya ku di navbera Şengal û hikûmeta Iraqê de di 25’ê Cotmehê de hat îmzekirin re, hêvî û daxwazên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi xwe re tîne. Bi taybetî jî di qada tenduristiyê de. Civaka ku dixwaze pêvajoya entegrasyonê tenê bi pêkanîna îdarî û siyasî ve sînordar nemîne û ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê re jî çareseriyan biafirîne.
Bijîşkên li Nexweşxana Şehîdên Xanesorê û endamên Komîna Jinan a Xanesorê têkildarî pirsgirêk û çareseriyan de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivîn.
‘Di nexweşxaneyê de gelek kêmasî hene’
Besê Yusif a ku di Nexweşxana Şehîdên Xanesorê de perestar e, anî ziman ku ev nexweşxane piştî fermanê di sala 2016’an de hatiye çêkirin û bi lêv kir ku berê fermanê qadên tenduristiyê tunebûn û li ser pêdiviyan û vegeran ev nexweşxane hatiye avakirin. Bêsê Yusif, destnîşan kir ku piştî çêkirina nexweşxaneyê ew dest bi kar kirine û ji Rojava derman ji bo wan hatiye û wiha behsa xebatên xwe kir: “Wê demê ji ber derfetên me tunebûn ji Rojava derman dihatin. Lê em niha bi derfetên xwe dermanan distînin. Piştî ku me vê derê avakir şûnde me nexweşan derman kir. Carna ji ber tunebûna dermanan an jî pêwîstiyên din me ew dişandin nexweşxaneyên bajarên din. Lê em niha kêmasiya dermanan, cihaz û bijîşkan dijîn. Ji ber cihazên me tunene nexweş diçin nexweşxaneyên hikûmetê.”
‘Rojê navbera 15-20 nexweş tên’
Besê Yusif bal kişand ser entegrasyona ku hatiye îmzekirin û got ku bi vê peymanê hêvîne ku pirsgirêkên di aliyê tendûristiyê de jî bên çareserkirin û wiha axivî: “Em dixwazin ku bi vê entegrasyonê de nexweşxaneya me jî wek fermî bê dîtin. Ev nexweşxane demek dirêje ji bo gel xizmetê dike. Dema ku nexweşxaneya me bi awayek fermî bê qebûlkirin dê ev pirsgirêkên ku em dijîn jî bi vê re ji holê bê rakirin. Dê pirsgirêkên derman û cihazan çareser bibe. Her wiha dê hewce neke ku biçin nexweşxaneyên dûr ên wekî Mûsil. Ev peyman di warê leşkerî de hat îmzekirin û em dixwazin di warê civakî de jî bê pêkanîn. Lê divê ev nexweşxane di aliyê hikûmetê de bi awayek fermî bê nasîn. Nexweşên me sala borî zêdetir bûn. Îsal kêmtir in. Em nexweşên zêde giran nikarin binêrin, ji ber derfetên me tunene. Rojê di navbera 15-20 nexweş tên. Ji ber di her qadê de bijîşkên me tunene, nexweş jî nikarin bên.”
‘Di dema fermanê de ez zarok bûm’
Besê Yusif destnîşan kir ku dema fermanê ew zarok bûye û bi lêv kir ku ji zarokatiya xwe ve kêfa wê ji qada tendûristiyê re tê û wiha pê de çû: “Ez dema zarok bûm gelek vê pîşeyê hez dikirim. Ji ber vê yekê ez niha di vê qadê de dixebitim. Dema fermanê jî ez 12 salî bûm û niha 24 salî me.”
Bijîşka dermanên xwezayî
Mizgîn Hesen a ku ji 2019’an vir ve di nexweşxaneyê de li ser tipa xwezayî kar dike û daxuyakirin ku ev kar kareke gelek pîroz e. Mizgîn Hesen diyar kir ku ew demsala biharê de diçe ji çiyayan giha kom dike û tîne dermanê wan çêdike û wiha behs kir: “Piştî ku ez ji çiyayan giha kom dikim û tînim wan hişk dikim. Piştre ez wan dikim derman. Kareke gelek xweş e û ez pê kêfxweş dibim. Dermanên xwezayî ne wek dermanên kîmyewîne û xisarek wan tuneye. Dermanên kîmyewî cihek baş dike, lê cihek din xirap dike. Lê dermanên xwezayî tu zirarê nade û feyda wê heye. Dermanên xwezayî jî demdirêj nayê vexwarin. Dema zêde bikarbinî elbet zirarek wê jî çêdibe. Em dermanên ji bo nexweşiyên wek kolon, gûrçik, sîng, zeyda por û gelek nexweşiyên din re çêdikin. Ji ber ku civaka me bi van dermanan tedawî dibe ez gelek kêfxweş dibim.”
Mizgîn Hesen, da zanîn ku ew nasîna gihayan û çêkirina dermanan ji hevalekê xwe fêr bûye û wiha bi lêv kir: “Ez di encama zehmetiya vê kare de hatim vê astê. Ger ku ew hevala min nebûya ez ê fêrê vê karê nebûma. Wek keçeke êzîdî ev min gelek kêfxweş dike. Mirov çi karê bike pêşketinek e. Tu kîjan karê bikî şerma wê tuneye. Hertim fikir di mirovan de çêdibe. Min berê nizanibû çi ji çi re baş tê. Lê piştî ku ketim navê ez fêr bûm. Ev tiştên xwezayî jî hevalên me berê çêdikirin. Ji wan heta vê rojê maye. Tu ji kîjan dayikê re behsa gihayê bikî ew ê ji we re behsa feydeyên wê bike.”
‘Piştî fermanê em rabûn li ser piyan’
Mizgîn Hesen destnîşan kir ku beriya fermanên jinên êzîdî nikaribûn bi awayek azad biçin her derê û kar bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî fermanê ew tiştên ku em jiyan ‘me got em ê li dijî vê yekê li ser nigên xwe bisekinin. Heta em li berxwe nedin, em ji xwe re nekin tu kes ji me re nake.’ Piştî fermanê ev qas sal in ciwan û pîr rabûn li ser piyan, hem di aliyê leşkerî û hem jî di aliyê civakî de xwe ava kirin. Ev entegrasyona ku ji aliyê leşkerî ve hatiye îmzekirin ji bo me jî gelek baş bû û gavek girîng hat avêtin. Lê em dixwazin piştî ku ev entegrasyon pêk hat şûnde bila me û keda me jî ji bîr nekin. Em naxwazin ku kesên ji derve bînin bikin cihê me de. Ji ber ku ev bi salane me li vir bi zor û zehmetiyan kedek mezin da. Em di nexweşiyê de rabûn li ser piyan. Piştî ku aramî çêbû û aramî ji me re hat, bila bi vê rengî neyên. Wek berê fermanê me bikin. Ji ber ku berê fermanê em nikaribûn ji malên xwe derbikevin. Lê niha ne wisa ye. Kîjan hikûmet dibe bila bibe em naxwazin ku zilmê li civaka Êzîdî bikin. Em dixwazin bila Êzîdî xwe bi xwe ve rêve bibin.”
Mizgîn Hesen got ku di fermanê de tiştên ew jiyane ji bo wan gelek zehmet û giran bûye û wiha domand: “Me bi çavên xwe dît ew ferman çawa bi ser me ve hat. DAIŞ’ê keç, dayik û zarokên me bi xwe re birin. Ev tiştên ku em jiyane ji bo me êşek pir giran e. Dema ez li cihekê xweş bim jî ew dîlgiriyên di destên wan de tên bîra min. Her xweşiya ku dema em dibînin em dibêjin xwezî em jî ligel me bûna. Gelê Êzîdî li dijî vê zilmê rabûn li ser piyan û xwe bi xwe rêve dibin.”
Kêmasî û pêdiviyên nexweşxaneyê zêde ne
Mizgîn Hesen destnîşan kir ku ew di nexweşxaneyê de di beşa tipa xwezayî de karê xwe didomîne û got, “Ez bi nexweşxaneyê ve li wê derê karê xwe dimeşînim. Kesên nexweş têne li wê derê û kesên ku tên tipa xwezayî çi pêwîst be dikim. Her wiha carna ji derve jî bijîjk tên vê derê. Hin rojên diyar de ew tên û dema tedawî dikin dirav ji gel dixwazin. Lê derfetê gel tuneye. Nexweş têne ligel me jî. Çi ji destên me tê em dikin. Em ji bo gelê xwe dixebitin. Em çixwasî zehmetî dikişînin jî vê yekê naynin ser ziman. Gelek kesên ku dermanê xwezayî bikartînin encamên baş jê digirin. Her wiha di nexweşxaneyê de kêmasiya dermanan, cihazan û bijîjkan heye. Di heman demê de ji bo dermanên xwezayî tu cihaz nînin ku em pê bixebitin. Ji ber wê em bi destan çêdikin. Divê ev hemû kêmasî bên çareserkirin. Ev entegrasyona ku hat îmzekirin ve em dixwazin ku ev pirsgirêkên ku em dijîn jî bên çareserkirin. Nexweşxaneyek baştir ji bo me çêbikin. Şengalê de nexweşxaneyek baş tuneye. Her wiha bi entegrasyonê em naxwazin ku karê me yê li vê derê bi dawî bikin.”
‘Nexweş diçin Dihok, Misûl û Tilahferê’
Endama Komîna Jinan a Xanesorê Eyda Şemo jî got ku pirsgirêkên tendûristiyê gelek zêde ne û wiha behs kir: “Nexweşxane hene, lê pêwîste tê de bijîşk jî hebin. Pêwîste cihê xwînê û emelîyatê hebin. Mînak nexweşxaneya Sînonê de ji ber kêmasiyan wan dişinin Şengalê û wê derê jî derfet tunene wan dişînin cihên wek Mûsili, Tilahfer an jî Dihokê. Nexweşek ku dema rewşa wan giran e heya xwe digihînin gelek zehmetiyan dikişînin. Em dixwazin ev pirsgirêk hemû bên çareserkirin. Mînak dema kesek şev bi giran nexweş ket, heta biçe nexweşxaneyên din jiyana xwe ji dest dide. Divê şev û roj li vê derê bijîjk hebin. Ji ber vê yekê em dixwazin hikûmeta Iraqê van pirsgirêkan hemûyan çareser bike. Bila bi tenê bi îmzekirina entegrasyonê re nemîne. Dema kesek birîndar be neçarin biçin nexweşxaneyên dûr.”
‘Hikûmeta Iraqê 11 sal in tu tişt nekiriye’
Endama Komîna Jinan a Xanesorê Nûrê Şengal jî got ku pirsgirêkên wan ên di qada tendûristiyê de bi salan in berdewam dikin û hîn nehatiye çareserkirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Nexweşên ku rewşa wan giran dê çawa li vir tedawî bibîn? Ji ber çareser nabe êzîdî neçar dibine ku biçin bajarên din. Heta ku mirov diçe Dihok, Tilahfer û Mûsilê rewşa mirovan girantir dibe. Ger cihaz, bijîşk û derman li Şengalê çareser bikirana dê hewce nedikir biçin bajarên din. Şengal girêdayî hikûmeta Iraqê ye. Di ser fermana 74’an de 11 sal derbasbûye jî hikûmetê ji bo gelê Şengalê tu tişt nekiriye. Hinek malbat hîna ji ber aboriyê di konan de dimînin. Ji ber derfetên wan tunene. Divê hikûmeta Iraqê nexweşxaneyên me nas bike û pirsgirêkên heyî çareser bike.”







