Îran xwepêşanderên jin hedef digire
- 18:12 5 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêla binçavkirinê ya li dijî jinên Kurd û Îranî ya ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame û di vê çarçoveyê de 7 jinên tevlî xwepêşandanan bûne hatin binçavkirin û jinek jî bi birîndarî revandine.
Saziya Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê têkildarî binpêkirinên mafên jinan ya ji aliyê rejîma Îranê ve agahiyên nû belav kir.
Hat diyarkirin ku jina Kurd a bi navê Fayîze Reşîdî li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê di dema xwepêşandanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin û çarenûsa wê ne diyare.
Hat ragihandin ku jina bi birîndarî hatî revandin di dema xwepêşandanê de hatiye revandin û heta niha hemû hewldanên malbastê yê ji bo çarenûsa vê bê encam mane.
Li aliyê din 3 jinên Kurd bi navê Îlahe Xezayî, Stayîş Xezayî û Nazenîn Xezayî yên xelkê Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê yên kesûkarên şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li bajarê Tehranê hatin binçavkirin.
Jina bi navê Beyan Fereculahî li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin birine ciheke nediyar.
Jina bi navê Nîgar Îran Manênş xelkê Yasûc di dema xwepêşandanê de hatiye binçavkirin.
Jina bi navê Leyla Bexşendefer Bexşendefer profesora Zanîngeha Meşhed ya Îranê bi sedema tevlî şîna Xesrew Elî ya Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin hat binçavkirin.







