DEM Partî: Divê hikûmeta Şamê êrişên li dijî Kurdan bi dawî bike
- 16:22 7 Çile 2026
- Rojane
ENQERE Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê û DBP'ê têkildarî êrişên komên çete yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek niviskî belav kirin û di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hikûmeta demkî ya Şamê êrişên li dijî Kurd û Suryaniyan bi dawî bike.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya. Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî ku hê jî civîna wê didome, têkildarî êrişên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ku di bin banê hikûmeta demkî ya Şamê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Halebê daxuyaniyeke niviskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişan de welatiyên sivîl hatine kuştin û komên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nureddin Zengî yên giredayî Tirkiyeyê jî di êrişan de cih digirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş li dijî aramî û aştiya herêmê xetereyan bi xwe re tînê û wiha hat gotin: “Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî peymana 10ê Adarê ji her d taxan vekişiyabû û ew herêm ji aliyê hezên asayîşê ve dihat parastin. Ev êrîşa ku ji aliyê rejîma Şamê ve hatiye kirin, hem Peymana 10ê Adarê û hem jî Peymana 1ê Nîsanê pûç dike û jiyana zêdetirî 200 hezar sivîlan dixe xeterê. Êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê operasyoneke tunekirinê ye. Tiştê ku li taxên Kurdan ên li Helebê tê kirin, ji komkujiya ku li dijî Durzîyan li Suweydayê hatiye plankirin jî mezintir e. Li Sûriye gelek netew û bawerî hene. Ya ku pirsgirêkan re çareseriyê bînê demokratîkbûyîn e. Erka Tirkiyeyê piştgirî û teşwîqkirina vê pêvajoya demokratîkbûnê ye. Hewldanên radestkirina Sûriyeyê ji rejîm û îdeolojiyeke yekreng a li Şamê pir xelete û dibe sedema pevçûneke nû. Ev hewldan bi nayên qebûlkirin. Piştgiriya me bi kesên ku li dijî van hewldanan li ber xwe didin re dê berdewam bike. Divê hikûmeta Şamê êrişên li dijî Kurd û Suryaniyan bi dawî bike.”
DBP: Êrîşan rawestînin
Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) der barê êrişên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bi sernavê "Divê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tavilê rawestin!" hat destnîşankirin ku êriş ku ji duh ve berdewam dikin, sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ne ku sivîlan hedef digirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev êriş ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve bi bikaranîna tank û bombebaranên dijwar hatine kirin, bûne sedema mirina sivîlan ku zarok jî di nav wan de hene. Bi awayekî sîstematîk hedefgirtina qadên jiyanê, nîşan dide ku mafê jiyanê yê sivîlan bi zanebûnî tê binpêkirin û taxên Kurdan bi zanebûnî wekî qada şer tên veguherandin. Ev rewş nikare tenê wekî 'pevçûnek' leşkerî were hesibandin. Tiştê ku diqewime binpêkirineke eşkere ya mafên sivîlan û binpêkirineke eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Bi êrişên ku heta şevê berdewam dikin, Şêx Meqsûd û Eşrefiye bi bandor hatine dorpêçkirin, rê li ber operasyoneke berfirehtir û wêranker vedike. Ev ne tesadufî ye; ew hilbijartinek bi zanebûni û plansazkirî ye ku encamên wê yên siyasî hene."







