'Daraz bi serdestiya mêr tê meşandin'
- 09:06 25 Kanûn 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Parêzer Eren Keskîn pratîka darazê ya sala dawî nirxand û da zanîn ku polîtîka bêcezahiştinê tundiya li ser jinan mezin dike û got: “Daraz bi biryarên serdest yên mêr tenê delîlan tune nake, lêpirsînan dereng dixe û heman demê de mafê jiyana jinan jî tehdîd dike.”
Li Tirkiyeyê mirinên biguman jiyên jinan û tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û nêzîkatiya darazê ya di van dosyayan de polîtîka bêcezahiştinê giran dike. Feraseta daraza serdetsiya mêr,ji pêvajoyên komkirina delîlan heta asta biryarê xwegîhandina edaletê ya jinan asteng dike û gumanbar jî ji vê pratîkê cesaretê digirin.Tevî van pêkanînan jin bi awayekî xurt li dijî pêkanînên têkoşîna we her diçin xurt dike.
Parêzer Eren Keskîn der barê qetilkirinên jinan , mirinên biguman ên jinan û nêzîkatiya darazê de axivî.
Eren Keskîn pratîka darazê ya salekê nirxand û da zanîn ku li vê erdnîgariyê darazek serdestiya mê heye. Eren Keskîn wiha anî ziman: “ Ji ber vê di darazê de guherînên mezin tune ye. Daraza serdest a mêr her tim heye. Bi mirina Rojîn Kabaîş re ev mijar pir hat nîqaşkirin. Di salekê de gelek jin hatin qetilkirin. Gelek jin biguman jiyana xwe ji dest dan. Helwesta darazê, hêdî tevger, nirxandina delîlan, komkirina delîlan, kêmasiya lêpirsînê û windabûna delîlan. Gelek pirsgirêk hene di darazê de. Piştî vekişandina Peyman aStenbolê tundiya li ser jinan zêde bû. Nêrînek wisa hat afirandin ku wekê ku tundiya li ser jinan sûc nayê dîtin. Mêrên vê erdnîgariyê ev nêrîn afirandin. Her diçe jî zêde dibe. Gotin, ziman, fikrên dewletê tundiya li ser jinê mayînde dike.”
Eren Keskîn da zanîn ku bi têkoşîna jinan re kêmasî, şaşî hîn bêtir derketin holê û got: “Ev ne pêşketina darazê ev bi bilindkirina daxwazên tevgera jin re eleqedere. Yanî êdî jin her dosyayê dişopînin.Her dosya tundiyê her dosya cînayetê dişopînin û kêmasiyan derdixin holê. Tevgera jinan xurt dibe û daxwazan bilind dike.”
‘Daraz li alî mêran biryarê dide’
Eren Keskîn balkişand ser bêcezahiştinê, ji ‘rewşa baş’, ‘tahrîka bêmaf’ daxixistina ceza û wiha vegot: “DAxistina tahrîka bêmaf an jî bi hincetên din nirxandina delîlan, li alî gumanbaran biryar tên dayîn. Em li dosyayan dinêrin, li şûna ku daraz ji ferasta namûsa serdestiya mêr biryaran bide berovajî vê dike.Ji peymana Stenbolê derketin, lê peymanên din yên wkeê SEDAV ku pêşî li her cureyên newekheviyê digire heye. Li şûna divê di esasa van peymanan de biryar bên girtin, delîl bên nirxandin, berê xwe didin ferasta namûsê ya serdestiya mêr.”
‘Biryarên dadgehê jinan naparêzin’
Eren Keskîn, li ser dosyayên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş jî sekinî û di vê mijarê de wiha got: “Hem dosya Rojîn Kabaîş hem jî ya Gulîstan Doku da berpirsyariyek mezin ya darazê heye. Ya ewil pir dereng tevgeriyan. Em dibînin ku tenê raporên Tipa Edlî tên nîqaşkirin. Bi taybet di dosya Rojînê de tenê ji ser tipa edlî nîqaş tên meşandin. Lê tipa edlî kesê dizane yê fermiye. Yanî saziyek fermî ya dewletê ye. Lê heta tipa edlî polîs delîlên têr kom nake. Lêklînê nake. Carnan dozger nayên cihê bûyerê. Dosya bi kêfî li demê tê belavkirin. Ev hemû pirsgirêkên darazê ne. Demên dawî de hewl tê dayîn serê dosyan bê girtin. Biryarê dadgehê jinan naparêzin.Ev biryar ali du rupelan hatiye nivîsin tê ranek, jinan naparêze. Ji ber vê jî tevî biryarên parastinê gelek jin tên qetilkirin. Ger ku gumanbarên tundiyê bi sererastkirinên înfazê her tim bên berdan an jî peyaman Stenbolê bê kişandin wê gumanbar ji biryaran hêzê bigirin û sûc bidomînin.”
‘Baweriya jinan bi darazê namîne’
Eren Keskîn destnÎşan kir ku ev pêkanîn pêşî li jinan digirin ku serî li darazê jî bidin û got: “Mînak em bêjin jin tundiyê dibîne, diçe neweşxaneyê nabêje tundî l imin hatiye kirin. Ji ber ku dibêje ez ji nexweşxaneyê re bêjim wê min bişînin cem polîs, wê min biçînin tipa edlî, dadgehê û wê tu encam jî neyê girtin. Jin baweriya wan bi darazê nemaye. Dizanin ku gumanbar nayên ceza kirin. Dewlet bi polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya li ser jinan zêde dike. Daraz bi biryarên serdest yên mêr tenê delîlan tune nake, lêpirsînan dereng naxîne heman demê de mafê jiyana jinan jî tehdîd dike.Em ji dewletek hiqûqî dur in. Ji ber Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye. Divê Tirkiye li gorî hiqûqa xwe ya hundir û peymanên ku alîgirê wê ye tevbigere.Divê daxwazên jinan baldar bên girtin.”







