Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin

  • 09:05 25 Kanûn 2025
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
WAN - Dayikên Aştiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çûyîna Îmraliyê wê serî li Wezareta Dadê bidin wiha gotin: “Em ne tenê hevdîtina li Îmraliyê, em dixwazin serokê me azad bibe û ligel me be.”
 
Dayikên Aştiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û her wiha bi daxwaza biçin Îmraliyê li her bajarî daxuyanî dan û gotin aştiyeke mayîn de bi azadiyê pêkane û got ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Tê payîn ku Dayikên Aştiyê rojên pêş de  serî li Wezareta Dadê bidin.
 
Dayikên Aştiyê der barê mijarê de axivîn.
 
‘Bila ji aştiyê netirsin' 
 
Zekiye Kaya da zanîn ku jin kirdeya têkoşîna azadiyê ne û wiha vegot: “Jin dixwazin biçin Îmraliyê. Dayikên bi salane ji bo aştiyê têdikoşin dixwazin biçin cem serokatiyê. Me di hevdîtina ewil de xwest dayikek aştiyê dihevdîtinê de cih bigire. Di 2026’an de gel dixwaze serokatiya xwe bibîne.  Em ne tenê hevdîtina li Îmraliyê em azadiya fîzîkî ya serokê xwe dixwazin. Hewce bike em ê ji guliyên xwe keştiyê çêbikin û dîsa biçin cem serokatiya xwe. Bila kes azadiya serokatiyê netirse. Bila ji aştiyê netirsin. Aştî dide qezenckirin. Em gelê Kurd ji bo her kesî aştiyê dixwazin.”
 
‘Bila rê vebikin em serokatiya xwe bibînin’
 
Hanîfe Kaçak jî daxuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja ewil de ligel aştiyê ye û ev tişt bi lêv kir: “Divê dayikên Aştiyê û Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. Em dayik dixwazin serokatiyê bibînin. Em bang li wezareta dadê dikin. Bila rê vebikin em biçin serokatiya xwe bibînin. Em hêvî dikin em biçin wir em ê serokatiya xwe jî ligel xwe bibînin. Bila pêvajoya aştiyê xera nebe. Bila gav bên avêtin. Em bang berpirsyariyê dikin.”
 
‘Deng bidin bangên serokatiyê’
 
Hediye Koçek jî bang li wezareta dadê kir û daxwaz kir ku biçin Îmraliyê û wiha vegot: “Em bang li wezareta dadê dikin. Em dixwazin bi serokatiyê re hevdîtinê bikin. Tiştên em ji serokatiya xwe re bêjin hene. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Ji 27’ê Sibatê de ye hîna dewletê gavek navêtiye. Ez bang li gelê Kurd dikim ji bo aştiyê berpirsyariyê bigirin û guh bidin banga serokatiyê. Banga serokatiyê ji bo her kesiye .Heta bi serokatiyê re hevdîtinneyên kirin aştî ne pêkane.”