‘Mûçeyê asgarî têrî hewcedariyên sereke nake’

  • 09:02 19 Kanûn 2025
  • Ked/Aborî
Devrîm Findik
 
STENBOL - Ji 8’ê Kanûnê heta niha li meclisê hevdîtinên butçeyê didomin. Jinan diyar kirin ku mûçeyê asgarî yên di bin sînorê birçîbûnê de ye têr nake û li Tirkiyeyê nirxê nadin jinan.
 
Ji 8’ê Kanûnê heta niha li Lijneya Giştî ya TBMM’ê Pêşnûme Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî Sala 2026’an didome. Bi salane ji sedî 50’yê butçeyê ji şer, sermaye û faîzê re tê veqetandin. Ji bo gel jî butçeya tê veqetandin gelek kêm e. Demên dawî de bi taybet jin nikarin hewcedariyên herî sereke bigirin û mûçeyê asgarî jî di bin sînorê birçîbûnê de ye.
 
Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku mûçeyê asgarî têrî tiştekî nake.
 
‘Market hîn baştirin’
 
Tulay Kuçukelî diyar kir ku bihayên markeran hinek baştirin û got: “Ez xurekên marketan hîn baştir dibînim. Kampanya çêdibin. Kesên bi mûçeyê asgarî dixebitin di alî xwe gîhandina xurekên baş de zehmetiyan dikşînin. Mûçeyê asgarî kêm e. Ez teqawitim. Ez kirê didim. Em di bin sînorê birçîbûnê de dijîn.”
 
‘Nikarim hemû hewcedariyan bigirim’
 
Gozde Arslan jî daxuyakirin ku divê herî kêm mûçeyê asgarî bibe 60 hezar TL û wiha dirêjî dayê: “Mûçeyê asgarî têrî lêçûna mutbexê nake. Em yekî digirin ya din kêm dimîne. Têrî hewcedariyan nake. Bihayên bazarê hinek din kêmtirin.”
 
‘Gotinên Mehmet Şîmşek rastiyê nîşan nadin’
 
Saniye Yilmaz jî wiha vegot: “Divê mûçeyê asgarî bibe 35 hezar. Em nikarin debarê bikin. Enflasyon her diçe zêde dibe. Gotinên Mehmet Şîmşek rastiyê nîşan nadin. Jin nikarin hewcedariyên sereke bigirin. Li vî welatî nirxa jinê tuneye.”
 
Emîne Kokturk jî bi lêv kir ku bi komkirina xurdeyan debara xwe dike û wiha bi lêv kir: “Em jin nikarin tu hewcedariya xwe bigirin. Ez bi xurdeyan debara xwe dikim.”
 
‘Yên mûçeyê asgarî digirin nikarin xurekên baş bigirin’
 
Çîgdem Sezgîn destnîşan kir ku mûçeyê asgarî têr nake û got: “Divê herî kêm 50 hezar TL be. Yên mûçeyê asgarî digirin nikarin xwe bigihînin xurekên baş. Bihayên bazar û manawan bihatirin. Ez ji marketan hîn erzantir digirim.”
 
‘Jin li dijî xizaniyê têdikoşin’ 
 
Akademîsyen Nesrîn Nas jî balkişand ser hevdîtinên butçeyê yên li meclîsê didomin û ev tişt vegot: “Gel li dijî xizaniyê têdikoşin. Xizanî heye.  Mirov nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Heta ku polîtîkayên îstîhdamê neguherin rêjeya îstîhdama jinê jî zêde nabe.”