Bi pirsgirêkan re jiyana zarokan jî bi bandor dibe

  • 09:03 9 Hezîran 2025
  • Zarok
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED-Kordînatora Hevgiştî ya RUMUD’ê Zeynep Demîr Akçer balkişand ser zêdebûna hejmara zarokên karker û got sedema vê qelsiya mekanîzmayên kontrolê ne.
 
Hejmara zarokên karker her diçe zêde dibe û ev zarok li qadên ne ewle jiyana xwe ji dest didin. Pergala heyî Peymana Mafê Zarokan tune dihesibîne û çareseriyekî ji zarokên karker re nabîne. Di serî de mafê jiyanê, tenduristî, perwerde û starbûnê ji destê wan tê giritn.
 
Di çarçoveya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê, Kordînatora Hevgiştî ya Komeleya Rengarenk Umutlar(RUMUD) Zeynep Demîr Akçer axivî.
 
‘Karkeriya zarokan bûye binpêkirin’
 
Zeynep Demîrakçer da zanîn ku temenê biçûk de xebitandina zarokan pirsgirêkek civakiye û wiha dirêjî dayê: “Ev encama xizaniyê ye. Xizanî zarokan berbi karkeriyê ve dibe. Karkeriya zarokan ji berê de heye lê di vê sedsalê de giran bûye.  Zarok wek hêza erzan a kar tên dîtin.Polîtîka dewletê karkeriya zarokan bi sedeman rewa dike û divê bi mafê xebata zarokan re ev çarçove bi qanûnan, polîtîkayan danin holê. Em derdikevin derve li her derê zarokên karker hene. Di trafîkê de, avê, peçeteyan, diroşin. Ligel vê di gelek karên giran û bê ewlehî de dixebitin.”
 
‘Mekanîzmayên kontrolê nêzîkatiyek bizanebûne’
 
Zeynep Demîr Akçer destnîşan kir ku nebûna mekanîzmayên kontrolê nêzîkatiyek bi zanebûne û wiha dirêjî dayê: “Ev rewş jî hêzê dide karkeran û rewa dike. Li Tirkiyeyê Konfederasona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Konfederaysona Sendîkayên Karkerên Maf(Hak-Îş) hene. Lê DÎSK der barê vê mijarê degotina xwe dibêje. Li dijî karkeriya zarokan têkoşîna me heye.Lê divê hemû konfederasyon gotina xwe bêjin.”
 
‘Di civakê de kesên travmatîk mezin dibin’
 
 Zeynep Demîr Akçer destnîşan kir ku ji bo zarokan qadên bi ewle tune ne û wiha anî ziman: “Me wek RUMUD dema pandemiyê de der barê karkeriya zarokan de xebatek meşand. Me zarok guhdar kirin. Me şert û mercên jiyana wan pirsî. Me dît ku dizaniya malbatê, şertên malê û şertên perwerdehiyê bandor li vê dike.Hêviya civakê ji perwerdehiyê nemaye. Dibêjin gelo zarokên me bixwînin wê bibin xwedî pîşeyî?Ji ber hêviya malbatê tuneye, dibêjin bila temenê biçûk de pîşeyê fêr bibin û didin kargeriyan.Li wir zarok bi zextan re tên rû hev. Kesên travmatîk mezin dibin. Nebûna qadên ewlehiyê jî  bi bandore.”