
Armanca projeyên ‘Bîstanê Bajar a Jinê’ xurtkirina aboriya jinane
- 09:04 9 Hezîran 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN- Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbayê der barê projeya ‘Bîstanê Bajar a Jinan’ ya bi peşengiya GABB’ê hatiye destpêkirin de axivîn û wiha vegotin: “Bi vê projeyê armanca me eve ku em jinan bi axê re bînin gel hev û di alî aborî de xurt bikin.”
Bi pêşengiya kordînatoriya Yekitiya Şaredariyên Herêma Başurê Rojhilatê Anatolyeyê (GABB) projeya ‘Bîstanê Bajar a Jinan’ hat destpêkirin û proje li gelek navçeyan ket jiyanê. Bi projeya ku piştevaniya navbera jinan, hilberîn û azadiya jinê pêk tê, jin wê hem alî aborî de hem jî alî hişmendiya ekolojîk de piştgiriyê bidin bajar.
Endamên meclîsas Şaredariya Tûşbayê der barê projeya ku ketiye jiyanê de axivîn.
‘Armanc di alî aborî de piştgiriya jinan e’
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Leyla Çelîk da zanîn ku ‘Bîstanê Bajar a Jinê’ projeya GABB’ê ye û bi dirûşmeya ‘jin jiyane, jiyan xwe rêvebirine’ dest pê kirine. Leyla Çelîk wiha dirêjî dayê: “Armanc eve ku alî aborî de piştgiriya jinan bê kirin û li dijî xizaniya giran têkoşîn bê dayîn. Me dirûşmeya ‘jin jiyane, jiyan xwe rêvebirine’ bi sê astî girt dest. Di çarçoveya têşîna li dijî tundiya li ser jinê, piştgiriya aboriya jinan û jin kî ne de me kampanya da destpêkirin. Armanca me ev bû ku em jinan bi axê re bînin gel hev û xwe di alî aborî de xurt bikin.”
Hedefa me berdewamkirina projeyê ye
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Nazmiye Acar jî balkişand ser amadekariyên Bîstanê Bajar a Jinê ya li taxa Altintepe ya Tûşbayê û wiha anî ziman: “Amadekariyên me sê mehin didomin. Ji bo her tim bidome me xwest erseyek aydê şaredariyê be. Bi hevkariya midûrê îmarê û hevşaredariyên xwe me erse tahsîs kir. Dema me şitl peyda dikir me hewl da em yên herî baş bibînin. Armanca vir heve ku ji vir şûnde jî çandina bîstanan bidome. Piştre me aliyê ekolojîk fikirî. Wek tê zanîn ev proje projeya GABB’ê ye.”
‘Em ê projeyê bibin ber destê jinan’
Nazmiye Acar di berdewamiyê de balkişand ser krîterên jinên ku wê ji bîstan fêdeyê bigirin û wiha bi lêv kir: “Divê li taxa ku bîstan lê tê çandin runin. Taxa ku bîstan lê tê çandin taxên xizanin. Me wek herêma pîlot ev der tecdrîd kir. lê hedefa me eve ku ji erseyên aydê şaredariyê wêdetir, em projeyê bibin ber destê jinan. Em dixwazin jin li baxçeyên xwe jî vê projeyê bikin jiyanê. Bi vê projeyê armanc eve ku jin bi hev re demê derbas bikin. Bi vê projeyê wê jin ji malê derkevin. Ji bîstanê li Tûşbayê hatiye avakirin wê 6 jin fêdeyê bigirin. Piştre em ê projeya xwe belav bikin. Armanc ne tenê avakirina bîstan an jî baxçeye. Armanc eve jin hêza xwe ferq bikin û jin çiqas xurtin wê ciwan û zarok jî xurt bin.”
Nazmiye Acar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê alî de em ji bo jinên keda wan heye spas dikin. Dema me bîstan ava kir şûnde me 23 beşên cuda ava kir. Jinên ji vî bîstanê fêdeyê digire wê ji berhemên 23 beşan fêde bigirin. Wê jin li her tiştî vî bîstanî binêrin. Piştre hemû berhemên tên komkirin wê ji jinan re bimînin. Jin dixwazin çi dikin bila bikin. Dixwazin bila bifroşin. Ji bo jin firotina xwe bikin em ê qadek bazarê jî ava bikin. Xebatek xweş e. Jin wê bên gel hev. Ev mirovan kelecanî dike.”