Projeya ‘Bîstanê Bajar a Şaredariya Rêya Armûşê:Jin bi axê re mijûl dibin

  • 09:03 7 Hezîran 2025
  • Rojane
 
WAN- Jin di projeya ‘Bîstanê Bajar a Şaredariya Rêya Armûşê’ de hatin gel hev, bi axê re mijûl dibin. Jinên bi keda kolektîf hewcedariya sebezeyên xwe peyda dikin, berhemên zêde jî digihînin jinên hewcedar.
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li taxa hatniyeyê li erdekê vala ji bo jinan bîstanê bajar ava kir. Bi projeya ‘Bîstanê Bajar a Şaredariya Rêya Armûşê’ li taxê erdekî vala veguhertin qada çandiniyê û pêşkêşî jinan kirin. Ev du sale jin li wir bîstan diçînin û şaredarî şitlên sebzeyan jî bê pere didin jinan.
 
Bû wesîleya jiyanek kolektîf
 
Jinên di çarçoveya projeyê de hatin gel hev bi hilberînek komunal hem sebzeyên xwe diçînin û hem jî xwe digihînin jinên xwedî hewcedar. Li aliyê din jî keda kolektîf datînin holê. Jinên ku ji ber vê gelek kêfxweşin diyar dikin ku divê li taxên din jî ev proje pêk bê.
 
‘Bila ev proje li taxên din jî bikeve jiyanê’
 
Jina bi navê Halîme Benek  diyar kir ku 6 zaorkên wê hene û di kirê de ye. Halîme Benek diyar kir ku di beşa ku ji bo wê hatiye veqetandin de firingî, bamya, kundir û fasulyeyan diçîne û wiha got: “Ji bo hilberînê cihê min tunebû. Lê ev derfet dan min. Tevî ku qadek biçûke berhemên min gelek başin. Ez hewcedariya xwe bidest dixim û yên zêde jî belav dikim. Hêviya min eve ku li gelek taxan ev proje bikeve jiyanê.”
 
Sosin Oktay jî  got krîza aborî bandorek mezin li ser welatiyan dike û wiha vegot: “Kîloya firingiyan ji 50 TL’yî dest pê dike. Welatî nikarin kîloyek tiştek bigirin. Em li vir berhemên xwe bixwe diçînin. Em ji vê projeyê gelek kêfxweşin.
 
Sabriye Abî jî da zanîn ku jin ji hemû qadên civakî tên xurtin lê bi vê projeyê jin civakî dibin û got: “Em jin di vê projeyê de hatin gel hev. Derftek wisa dan me. Em sohbetan dikin. Bi saya vê jiyanek me ya civakî jî afirî.”