Li Rezanê semînera penceşêra memikan
- 12:24 24 Cotmeh 2025
 - Tenduristî/Werzîş
 
	AMED - Di çarçoveya Meha Hişyariya li dijî Penceşêra Memikan de, ji aliyê Şaredariya Rezanê ve semînerek hate lidarxistin.
	Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Rezanê û Navenda Tenduristiyê ya Amedê ji bo Meha Hişyariya li dijî Penceşêra Memikan semînerek li dar xist. Semîner li Navenda Pirarmanc a Zarok û Malbatê ya Narîn hate lidarxistin û hejmareke mezin ji jinan beşdar bûn.
	Semînerê li ser nîşanên penceşêra memikan, faktorên rîskê, rêjeyên rîskê û rêbazên pêşîlêgirtinê agahî da.
	Piştî pêşkêşkirinê, karmendên Navenda Tenduristiyê bersiva pirsên jinan dan.

				
				
				
				
				





