Oz Kayapınar Spor wê Amedê Temsîl bike
- 11:30 16 Çile 2025
 - Tenduristî/Werzîş
 
	Tîma Basketbolê ya U14 ya Jinan a Klûba Werzîşê ya Şaredariya Oz Kayapınar Sporê ji  6 maçên ku hatin lîstin, jê 5 serkeftin bi dest xist û li Amedê bû şampiyon. Di şampiyonbûna di navbera Klûban de ya ku wê di navbera 4-6’ê Sibatê de li Dêrsimê bê lidarxistin, wê Amedê temsîl bike. 
	Serkeftina Klûba Werzîşê ya Şaredariya Oz Kayapınar Sporê berdewam dike. Tîma Basketbolê ya U14 ya Jinan di sezona 2024-2025an de ji 6 maçên ku hatin lîstin jê 5 serkeftin bi dest xist û bû şampiyonê Amedê. Di Şampiyoneya li Dêrsimê ya Jinan a U14 de ku di navbera 4-6’ê Sibatê de li Dêrsimê bê lidarxistin, ev tîm wê Amedê temsîl bike.
	Tîma Basketbolê li Wanê wê Amedê Temsîl Bike
	Tîma Basketbolê ya Mêran di sezona 2024-2025’an de ji 10 maçên ku hatin lîstin jê 9 serkeftin bi dest xistibû û bûbû şampiyonê Amedê. Di Şampiyoneya li Wanê ya Mêran a U14 de ku di navbera 4-6’ê Sibata 2025an de bê lidarxistin, wê Amedê temsîl bike.

				
				
				
				
				





