Li gelek bajaran bi dirûşmeya 'Şehîd namirin' bibîranîn tên lidarxistin
- 11:33 11 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajaran, bi beşdariya bi sedan kesan, di roja duyemîn de berdewam dike.
Bîranîna ku ji aliyê MEBYA-DER'ê ve ji bo kesên ku di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike.
Amed
Çalakiya bîranînê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ku ji aliyê MEBYA-DER'ê ve tê organîzekirin, li Hola Dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê di roja duyemîn de berdewam dike.
Posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li holê hatibû daliqandin, pankartên bi nivîsên "Em ji bo giyanên Kurdistanê dilsoz in", û "Şehîd namirin" hatibû daliqandin. Her wiha flamayê kesk û sor û zer û wêneyên têkoşerên azadiyê li salonê hatin danîn. Kesên beşdarî bîranînê bûn dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" berz kirin.
Bîranîn bi duayan dest pê kir û malbatan li ber wêneyên zarokên xwe cihên xwe girtin. Bi sedan kesên ku ji saetên sibê ve hatibûn sersaxî ji malbatan re xwestin û gotin ku ew bi zarokên xwe serbilind in.
Bîranîn wê roja duyemîn saet di 17.00’an de bi dawî bibe.
Bîranîn li navçeya Erxenî û gundê Xendeq ê Amedê jî dewam dikin. Her wiha li Hênê, Pasûr û gundên Şênê, Hewrê û Deyas; navçeya Qarazê û gundên Mehmediye, Şikefta û Lasileynê; Farqîn; Bismil; Navçeya Çinarê û gundên Elwendî û Hems; Navçeya Lîcê û gundên Kiledalê û Cofitnê dewam dikin.
Mêrsîn
Li Mersînê, roja duyemîn a bîranînê ku ji hêla MEBYA-DER'ê ve li Mala Şînê ya Guneş a li taxa Guneş a navçeya Akdenîzê hate lidarxistin, bi dirûşmeya "Şehîd namirin" dest pê kir. Pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne", "Em ê şehîdên azadiyê ji bîr nekin" û "Şehîd namirin" hatin daliqandin. Flamayên kesk û sor û zer û wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qurnefîlên sor li ser maseyan hatin danîn.
Bîranîn bi hatina malbatên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li mala şînê dest pê kir. Malbat ji hêla girseyê ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Girseyê pir caran dirûşmeya "Bijî Rêber Apo" berz kir.







