Li gelek bajaran bi dirûşmeya 'Şehîd namirin' bibîranîn tên lidarxistin 2026-09-11 11:33:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajaran, bi beşdariya bi sedan kesan, di roja duyemîn de berdewam dike.   Bîranîna ku ji aliyê MEBYA-DER'ê ve ji bo kesên ku di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike.   Amed    Çalakiya bîranînê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ku ji aliyê MEBYA-DER'ê ve tê organîzekirin, li Hola Dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê di roja duyemîn de berdewam dike.   Posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li holê hatibû daliqandin, pankartên bi nivîsên "Em ji bo giyanên Kurdistanê dilsoz in", û "Şehîd namirin" hatibû daliqandin. Her wiha flamayê kesk û sor û zer û wêneyên têkoşerên azadiyê li salonê hatin danîn. Kesên beşdarî bîranînê bûn dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" berz kirin.   Bîranîn bi duayan dest pê kir û malbatan li ber wêneyên zarokên xwe cihên xwe girtin. Bi sedan kesên ku ji saetên sibê ve hatibûn sersaxî ji malbatan re xwestin û gotin ku ew bi zarokên xwe serbilind in.   Bîranîn wê roja duyemîn saet di 17.00’an de bi dawî bibe.   Bîranîn li navçeya Erxenî û gundê Xendeq ê Amedê jî dewam dikin. Her wiha li Hênê, Pasûr û gundên Şênê, Hewrê û Deyas; navçeya Qarazê û gundên Mehmediye, Şikefta û Lasileynê; Farqîn; Bismil; Navçeya Çinarê û gundên Elwendî û Hems; Navçeya Lîcê û gundên Kiledalê û Cofitnê dewam dikin.   Mêrsîn    Li Mersînê, roja duyemîn a bîranînê ku ji hêla MEBYA-DER'ê ve li Mala Şînê ya Guneş a li taxa Guneş a navçeya Akdenîzê hate lidarxistin, bi dirûşmeya "Şehîd namirin" dest pê kir. Pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne", "Em ê şehîdên azadiyê ji bîr nekin" û "Şehîd namirin" hatin daliqandin. Flamayên kesk û sor û zer û wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qurnefîlên sor li ser maseyan hatin danîn.   Bîranîn bi hatina malbatên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li mala şînê dest pê kir. Malbat ji hêla girseyê ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Girseyê pir caran dirûşmeya "Bijî Rêber Apo" berz kir.   Şirnex   Li Mala Şînê ya Mehmet Emin Acar a li navenda Şirnexê, ji aliyê MEBYA-DER'ê ve merasîmek bîranînê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin. Merasîma ku serê sibê dest pê kir, xizmên têkoşerên azadiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes beşdar bûn. Li cihê bîranînê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartek bi nivîsa "Şehîdên me rûmeta me ne" û wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Bernameya bîranînê ya "Şehîd Namirin" bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di tevahiya merasîmê de, gelek caran dirûşmeya "Şehîd Namirin" hate berzkirin û bername berdewam dike.   Hezex   Roja yekem a bernameya bîranînê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Mala Şînê ya Mizgefta Xanîyên Civakî ya li taxa Atakent a Hezexê dest pê kir. Wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li cihê ku bername lê hate lidarxistin hatin danîn û maseyên wan bi rengên sor, zer û kesk hatin xemilandin. Li ser maseyan jî kulîlk hatin danîn. Di roja yekem de gelek kesan serdana bibîranînê kirin û pankartên bi nivîsa "Şehîd ronahiya rêya me ne" û "Şehîdên me rûmeta me ne" û posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.   Roja yekem a bîranînê bi sirûda "Çerxa şoreşê" dest pê kir û di nav çend demjimêrên pêşîn de jî, girseya ku ji bo serdanê hatibû salon tijî kir. Gelek kes li baxçeyê mala şînê rûniştin.   'Divê em mîrata berxwedanê biparêzin'   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê, Nevroz Uysal Aslan, di bernameya bîranînê de axivî û got, "Her malbatek ku tê vir vê bîranînê di dilê xwe de hîs dike. Mîrata herî mezin a şehîdan ji bo me jiyana wan e. Divê em mîrata berxwedanê biparêzin. "   Silopîya   Bîranîn li Mizgefta Vali Kamil Acun a li Taxa Dîcle ya Silopiyayê di saetên serê sibê de dest pê kir. Wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser maseyan hatin danîn. Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Şehîd rêya me ne" û "Şehîdên me rûmeta me ne" li qadê hatin daliqandin. Malbat bi dirûşmeya "Şehîd namirin" ketin qada bîranînê. Bernameya bîranînê bi xwendina Çarxa Şoreşê dest pê kir. Di tevahiya bîranînê de, dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" pir caran hatin gotin. Di axaftinên ku di bîranînê de hatin kirin de peyama parastina mîrateya kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat dayîn.   Qileban   Li navçeya Qileban a Şirnexê, li Mala Şînê ya Taxa Înşaata Roboskî, ji aliyê MEBYA-DER'ê ve ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Pankartên bi nivîsa "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Şehîd rêya serketinê ne" û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bîranîn, ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, pir caran bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" dewam kir.   Elkê   Ji bo Sozdar Abî (Jînda Faraşîn) ku jiyana xwe ji dest dabû, li Gundê Germav ê Elkê li ber mala malbatê merasîmek bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn û dirûşmeya "Şehîd namirin" pir caran hate berzkirin.   Sêrt    Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê li Sêrtê li Salona Dawetê ya Ûgûr bernameya bîranînê hat lidarxistin. Li salona ku bîranîn hat lidarxistin de pankartên "Tekoşîna wan rêya me ronî dike", "Em deyndarê şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne", "Cewhera jiyana me şehîdên me ne" û hatin daliqandin.   Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" dewam dike.