Ji têkoşîna nîv sedsalî ber bi cîhanê ve: Jin jiyan azadî
- 09:10 11 Îlon 2026
- Rojane
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin Jiyan Azadî ku di têkoşîna azaya bi dehan saliya jinên kurd de bi teşe bû, bi Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê sînor bezand û piştî qetilkirina Jîna Emînî li her çar alî cîhanê bilind bû. Ev her sê gotinên Kurdî, veguherî dirûşmeya azadiyê ya hevpar a jinan.
Li erdnîgariyên cuda yên cîhanê li dijî serdestiya mêr, tundiya dewlet, şer û zextan ‘Jin jiyan azadî’ îro bi gelek zimanî tê gotin. Ev her sê gotinê Kurdî ku li Seqîzê li ser gora Jîna Emînî jinan berz kir, di demeke kurt de ji Rojhilat heta Îranê, ji Ewropayê heta Amerîkayê, ji Afganîstanê heta Awistralyayê li her derê jinan ev dirûşme belav kirin.
Lê dîroka ‘Jin Jiyan Azadî’ bi serhildana ku di 2022’yan de destpê kir sînor nîne. Koka wê xwe dispêre têkoşîna azadiya nîv sedsalê ya jinên Kurd. Di vê pêvajoyê de rêxistina jinan li dijî zîhniyet û serdestiya mêr xurt bû; ji berxwedanên girtîgehan heta çalakiyên 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê, ji xebatên xweser yên meclîs û rêveberiyên herêmî heta qadên jiyanê belav bû. Bi Şoreşa Rojava re paradîgma azadiya jinê ya veguherî pergaleke civakî, bi berxwedana Kobanê re li cîhanê belav bû.
Piştî qetilkirina Jîna Emînî ‘Jin Jiyan Azadî’ bi zimanên cuda hat wergerandin û di têkşoîna azadiya jinan a li cîhanê de belav bû. Ev her sê gotinê Kurdî ku li cîhanê belav bû, koka wê û dîroka têkoşîna tevgera Kurd a ev dirûşme heyî kir, di qada navneteweyî de pir caran di plana dawî de hat hiştin.
Di vê beşa dosyaya xwe de em felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ya ji têkoşîna jinên Kurd heta Rojava, piştî Jîna Emînî li her çar alî cîhanê deng daye girt dest.
Paradîgma azadiya jinan ya di sê gotinan de bicih bûye
Hîmê dirûşmeyê xwe dispêre sê pîvanên esas ên azadiya jinê ya nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan serdestiya li hember jinê wek têkiliya binpêkirina ewil pênase dike û balê dikşîne ser zîhniyeta mêr, dewlet û desthilatdariyê.
Tevgera Azadiya Kurd di salên ewil de têkoşîna jinê di nav rizgariya netew û çînî de digirt dest, lê rêxistibûna jinan bi xwe re rêxistinbûna xwser a jinê anî.
Jinan rêxistibûna xwe afirand
Di sêyemîn kongreya PKK’ê ya di 1986’an de pêk hat gava ewil a avakirina rêxistibûna jinan a serbixwe hat avêtin û salek şûnde Yekîtiya Jinên Welatparêz a Kurdistanê (YJWK) hat avakirin. Di salên 90’î de bi tevlibûna jinan a Tevgera Azadiya Kurd rêxistibûna jinan xurt bû, di 1993’yan de bi avakirina yekîneyên xweser biryarên serbixwe hatin girtin, parastina cewherî pêş ket. Di 8’ê Adara 1995’an de Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) hat avakirin. Di 1998’an de îdeolojiya Rizgariya Jinê hat îlankirin di 8’ê Adara 1999’an de Partiya Jinên Karkerên Kurdistanê (PJKK) hat avakirin û jinan di asta partiyê de xwe rêxistin kirin. Salên 2000’î de pergala hevserokatiyê ket jiyanê. Di 2005’an de Koma Jinên Bilind (KJB) hat avakirin û di 2014’an de navê Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) girt.
Di 2008’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Jineolojî anî rojevê û bi vê re dîrok, têkoşîn, zanîna jinê ji nûve hat destgirtin.
Ji Jin-jiyanê ber bi ‘Jin Jiyan Azadî’ ve
Li gorî lêkolîna lêkolîner Somayeh Rostampour, gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ cara yekemîn di nirxandinên Abdullah Ocalan ên di navbera salên 1994-1998’an de derbas bûye. Îfadeya ‘jin-jiyan’ di xebatên tevgera jinên Kurd de belav bû û bi zêdekirina gotina ‘azad’ dirûşmeyê teşeyê xwe yê îro girtiye.
Ji girtîgehan heta kolanan
Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ bi demê re di çalakiyên 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de, li girtîgehan û hemû qadên jiyanê bilind bû. Dayikên Aştiyê bi daxwaza aştî û edaletê li qadan dengê xwe bilind kirin. Dayikên laçikspî jî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bilind kirin.
Ji 2006’an şûnde di hemû meşên 8’ê Adarê de di pankartan de cih girt. Dirûşme beriya qetilkirina Jîna Emînî jî li Rojhilat dihat bikaranîn. Aktîvîsta Îranî Atefe Nabavî diyar kir ku, siyasetmedara Kurd Şîrîn Elemhulî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin ev dirûşme li dîwarên girtîgehê nivîsiye.
Ji Parîsê heta Rojava sînor bezand
Piştî qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin ev dirûşme li hemû bajarên Ewropayê di çalakî û bernameyan de hat berzkirin.
‘Jin Jiyan Azadî’ ku li cîhanê hat bihîstin, di Şoreşa Rojava de jî rolek girîng lîst. Jinan bi rêxisitinên xwe yên li hemû qadan, felfeseya ‘Jin jiyan azadî’ li Rojava belavî hemû qadên jiyanê kirin.
Berxwedana Kobanê têkoşîna jinan ragihand cîhanê
Di 2014’an de bi berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê re, dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li erdnîgariya cîhanê zêdetir hat bihîstin û bi xebatên heyetên jin û enternasyonalîst yên çûn Rojava jî dirûşme hîn bêtir belav bû.
Li ser gora Jîna Emînî bilind bû
Li Tehran a Îranê di 13’ê Îlona 2022’yan de jina kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî dema bi malbata xwe re diçe Tehranê li wir ji aliyê "Polîsên Exlaq" ve bi hinceta sergirtina bi zorê tê binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Di 16’ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê di 17’ê Îlonê de li goristana Avyçî ya Seqizê hat definkirin. Jinên tevli cenazeyê bûn dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin.
Piştî vê dirûşme li bajarên Rojhilat belav bû. Li bajarên kurdan protesto û çalakî pêk hatin, di serî de li Tehranê û gelek bajarên din jin, ciwan, xwendekar daketin kolanan. Gelên cuda yên Îranê dirûşme berz kirin. Bi pêşengiya jinan çalakî û protesto belav bûn. Di çalakiyan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes hatin binçavkirin.
Sê gotinên Kurdî li qadên cîhanê ne
Piştî qetilkirina Jîna Emînî jinên Kurd û Îranî yên Ewropayê li gelek bajaran daketin kolanan û çalakî pêk anîn, ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin, porê xwe birîn û piştgiriya jinên Rojhilat û Îranê kirin. Li Berlînê bi tevlibûna dehezaran meş pêk hat.
Çalakî li bajarên cuda yên DYA’yê jî pêk hatin. Li bajarên Kandayê û her wiha li London, Parîs, Roma, Madrîd, Abuckland, Melbourne, Sydney, Seul û gelek bajarên cîhanê çalakiyên protestoyî pêk hatin. Jinên Afgan çalakî pêk anîn û piştgiriya ji bo jinên Îranê anî ziman. Çalakiyên jinên Rojhilat û Îranê ku porê xwe jê kiribûn, li welatên cuda yên cîhanê jî hatin meşandin.
Koka wê ya Kurdî li plana dawî hat hiştin
Jin Jiyan Azadî ku li cîhanê belav bû, koka wê ya dîrokî û têkoşîna jinên Kurd jî hat nîqaşkirin. Beşek mezin a çapemeniya navneteweyî, dirûşme ji ser çalakiyên li Îranê di 2022’yan de dest pê kiriye girt dest. Têkoşîna tevgera jinên ya bi salan, têkiliya dirûşmeyê ya bi paradîgma azadiya jinê ya Abdullah Ocalan û pergala ku li Rojava jinan ava kiriye pir caran li plana dawî hat hiştin.
Li pişt dirûşmeyê têkoşînek nîv sedsalî heye. Ev dirûşmeya ji sê gotinên Kurdî pêk tê dîroka wê xwe dispêre beriya serhildana 2022’yan. Ji girtîgehan heta qadan, ji rêxistinên jinan heta siysetê, ji rêveberiyên herêmî heta parastina cewherî, bi têkoşîna jinan a Kurd a bi dehan salî ‘Jin jiyan azadî’ heta îro hatiye.







