DEM Partî ji bo endamên MYK’ê diyar bike civiya

  • 13:03 7 Îlon 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Endamên Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ku di kongreya 5’emîn de hatin hilbijartin, civîna xwe ya yekêm li dar xist.  Di civînê de Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê dê were diyarkirin.
 
Endamên Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ya nû ku di Kongreya 5’emîn a Mezin a Asayî de hatin hilbijartin, yekêm civîna xwe li navenda giştî ya partiyê li dar xist. Piştî kongreyê di civîna yekêm a Endamên Meclisa Partiyê de Desteya Rêveberiya Nû û peywîrdariyên nû dê werin diyar kirin. Her wiha di civînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, kongre û serdema nû jî dê bên nîqaşkirin.