Rezan bi hiberîna kolektif tê gel hev

  • 19:25 27 Tebax 2026
  • Ked/Aborî
 
AMED – Jinên ku beşdarî kursên Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê dibin, ji baxçeyan fêkî kom kirin.
 
Jinên ku di çalakiyên Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê ya li Amedê de cih digirin, li baxçeyê fêkiyan ê girêdayî Rêveberiya Park û Baxçeyan li hev civiyan. Wan bi hev re fêkiyên li baxçeyan gîhaştine kom kirin.
 
Cîgira Hevşaredar a Şaredariya Rezanê Jiyan Aslan û rêveberê beşa têkildar jî beşdarî vê çalakiyê bûn; çalakiyeke ku li ser bingeha prensîbên hilberîna kolektîf û piştevaniya di navbera jinan de hatibû lidarxistin.
 
Fêkiyên hatine komkirin, bi hewldanên hevpar ên jinan dê ji wan gelek cureyên xwrekê bên çêkirin.