Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêvî û hêz da me
- 17:00 25 Tebax 2026
- Rojane
COLEMÊRG – Malbatên şehîdan, di merasîma sersaxiyê ya li Geverê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatibû lidarxistin, axivîn û gotin: "Zarokên me ji bo vî gelî û van axan têkoşiyan. Têkoşîna wan hêvî û hêz da me."
Serdanên ji bo cihê şînê yê ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye destpêkirin, berdewam dikin. Li gel ku malbat sersaxiyê qebûl dikin, welatiyên ji her aliyê bajêr jî serdana cihê şînê dikin. Gelek welatiyên ku ji Şemzînanê hatibûn, bi dirûşma "Şehîd namirin" û bi pankarta ku li ser "Bîranînên wan dê rêya me ronî bikin; şehîd namirin" dinivîsand, ber bi cihê şînê ve meşiyan. Piştî meşê, beşdaran sersaxî dan malbatan.
Piştre, endamên malbatên şehîdan axivîn. Dayika GUler GUrbUz (Rojîn Gever) Zozan Gurbuz ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû got: "Ew ji bo tevahiya Kurdistanê bûn şehîd. Sersaxiya xwe pêşkêşî Birêz Ocalan û gerîlayan dikim."
Bavê Rojbin AkdoGan (Awesta Raperîn) û Derya Akdoğan (Arîn Gever) Haci Akdogan ku wan jî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn wiha got: "Zarokên me ji bo vî gelî û axa xwe têkoşiyan. Ji ber têkoşîna wan serê me bilind e. Me nikarîbû cenazeyên wan werbigirta, lê em dizanin ku baxçeyên Kurdistanê bi xwîna wan hatine avdan. Kulîlk şîn bûne. Têkoşîna wan hêvî û hêz da me."
Gülbeyaz Mıhçı, li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê axivî û got: "Em careke din bi dil û can girêdana xwe ya bi vê têkoşînê û Rêberê xwe re dubare dikin. Çiqas êşê jî bikişînin, em ê xwedî li zarokên xwe, şehîdên xwe û têkoşîna xwe derkevin."
Axaftin bi dirûşman bi dawî bûn.
Merasîma sersaxiyê berdewam dike.







