Ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, merasîmên bîranînê tê lidarxistin
- 19:05 23 Tebax 2026
- Rojane
AMED - Ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bîranînek tê lidarxistin.
Piştî roja sêyemîn a sersaxiyê ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi organîzekirina MEBYA-DER’ê, li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê, bernameyek bîranînê tê lidarxistin. Malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, nûnerên gelek partî û rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kes ji Amed û bajarên derdorê beşdarî bîranînê bûn.
Posterek mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê bîranînê hate vekirin. Wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî li ser maseyek ku bi alên kesk ûsro û zer, digel gul û findan xemilandî hatibû danîn.
Hûrguliyên din dê piştre werin…







