Welatiyên Êlihê bi meşek girseyî tevlî bîranîna cangoriyan bû

  • 19:02 23 Tebax 2026
  • Rojane
ÊLIH - Sazî û dezgehên siyasî û civakî yên Elihê ji bo bîranîna cangoriyên endamên Tevgera Azadiyê bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” serdana konê şînê kirin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê konê şînê ya ku hatiye danîn di roja sêyemîn de berdewam dike.
Bernameya bîranînê îro jî bi serdanên girseyî didome. Sazî û dezgehên civakî û siyasî yên Êlihê li ber avahiya DBPa navçeya Baglarê heya ber konê şînê meşiyan û serdana bîranînê kirin û bûne hevxemê êşa malbatan.
 
Di serdanê de girse bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin û hestên xwe bi malbatan parve kirin.