Li Ewropa û Qefkasyayê çalakiyên ji bo Rojava didomin
- 01:42 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Graz ê Awusturyayê û Adiqeyê bi çalakî û daxuyaniyan êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Girseyên ku daketin qadan, bêdengiya hêzên navneteweyî û êrîşên çeteyên HTŞ û komên paramîlîter yên ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, şermezar kirin.
Li dijî êrîşên li ser Rojava, li Ewropa û Qefqasyayê çalakiyên piştevaniyê dewam dikin.
Graz
Gelê Kurdistanê li bajarê Graz a Awusturyayê, di saet 16:00’an de careke din ji bo piştevaniya bi berxwedana Rojava re daketin qadan. Tevî hewaya sar jî gelek kes ku zarok, jin û extiyar jî di nav de bûn, li qadê li hev civiyan.
Beşdaran bi alên di destê xwe de dirûşşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” berzkirin. Di dema çalakiyê de wêneyê Colanî hate şewitandin. Çalakî bi xwendina sirûda neteweyî ya Kurd bi dawî bû.
Adigey
Kurdên li Adigeyê di daxuyaniya li ser navê Komaleya Zagrosê de êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava protesto kirin. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Komaleyê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Feyzo Huseyîn ve hate dayîn.
Feyzo Huseyîn diyar kir ku hêzên navneteweyî li dijî Kurdên Rojava dirûtiyê dikin û bêhestiyar in û got ku berjewendiyên aborî yên hêzên gerdûnî li pêşiya nirxên mirovahiyê tên.
Huseyîn hêzên navneteweyî, koalîsyon, Sûriye û Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got, “Em lîstokên qirêj şermezar dikin. Ev bêhestiyarî û hevkariya sûc wê we jî bibîne. Kurd têk neçûn û wê têk neçin. Heqîqet bi me re ye û dawiya heqîqetê wê teqez serkeftin be.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Rojava ne bi tenê ye”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG, Bijî YPJ” û “Bijî Kurdistan” bi dawî bû.
Viyana
Li paytexta Awusturya Viyanayê, bi hezaran kes careke din daketin kolanan. Meş ji aliyê DemKurd û Meclîsa Jinan a Avesta ve hate lidarxistin û Kurd û dostên wan beşdar bûn. Girse li Christian Broda Platzê kom bû û deqeyek rêz girt.
Di meşê de êrîşên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê hatin protestokirin. Di meşê de, ku ji Christian Broda Platzê heta MuseumsQuartierê dewam kir, alên mezin ên YPG, YPJ û HPG hatin hilgirtin. Pankartên bi nivîsên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Keziyek azad terora we dihejîne" balê kişand. Di meşê de berxwedana Rojava hate silavkirin û hate gotin ku wê Kurdistanî û dostên wan sibê di saet 18:00’an de li Karlsplatz Operayê bicivin û ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve bimeşin.
Amsterdam
Li hember êrîşên berdewam û gefên zêdebûyî yên li ser Rojava, çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, Kurdistaniyên ku li Balafirgeha Schiphol Amsterdam a Hollandayê kom bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên bi Ingilîzî, Hollandî û Kurdî hatin berzkirin. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Free Free Kurdistan, Free Free Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd”, “Terorîs Colani, Cîhadîst Colanî” û “Wij Koerden vechten voor onze rechten” (Em Kurd ji bo mafên xwe şer dikin) hatin berzkirin.
Di çalakiyê de peyamêmn piştevaniyê ya bi gelê Rojava re derket pêş û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemîne.







