Gelê kantona Cizîrê li dijî tehdîda êrîşan di nobetê de ne
- 01:46 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê kantona Cizîrê li dijî tehîda êrîşan li taxên xwe nobetê digirin û xwe diparêzin.
Li bajarên kantona Cizîrê gel di seferberiyê de ye, li kêlek hêzên leşkerî û ewlehiyê parastina taxan xwe dikin.Gel, hêzên leşkerî, ewlehî û Hêzên Parastina Civakî li kolanên sereke û şaxî ji bo misogeriya ewlehî û îstîqrarê dewriyeyan pêk tînin.
Nobedaran got armanc ji vê dewriyeyan parastina taxan, şêniyan û şopandina tevgerên biguman an jî gefên muhtemel ên çeteyên hikumeta demkî û şaneyên DAIŞˊê ye.







