Koma ciwanên Başûrê Kurdistanê gihaşt Rojava
- 00:21 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma 6’an a ciwanên Başûrê Kurdistanê, bi armanca tevlêbûna seferberiya giştî û parastina gel, gihaşt Rojavayê Kurdistanê.
Ji dema ragihandina seferberiya giştî ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve û berdewama êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Kurdistaniyên li seranserî cîhanê li kolanan in, piştgiriyê didin QSD û YPJˊê. Ji çend rojan ve ciwanên Başûrê Kurdistanê bi awayekî kom bi kom xwe amade dikin ku xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê. Beriya çend kêliyan koma 6ˊan bi rêya deriyê Sêmalkayê gihaşt bajarê Dêrikê.
Ciwan Ehmed Ehmed ku tevli berxwedanê bû ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û got:"Ez ji bo parastina xelkê xwe yê Rojava hatime, divê tevahî ciwan tev bigerin, derbasî Rojava bibin. Ji ber ku ketina Rojava tê wateya dawiya Kurdistanê. Em bang li hemû ciwanan dikinku erkên xwe yên neteweyî bifikirin, bi lez werin vir.
Menawem Beyar ê ji bajarê Silêmaniyê hatiye ku tevli seferberiyê bûye got: "Ez pir serbilind im ku ji bo gelê Kurd ê Rojava bibim şervan, ji ber ku Kurdistan yek e. Em hemû ji Rojava hez dikin, divê em bi ser bikevin."







