Heşdî Şebî hêzên xwe li sînorê Şengalê zêde kir

  • 20:42 21 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Heşdî Şebî ji bo ewlekarî û pêşgirtina her binpêkirinekê hêzên xwe li sînorê Şengalê zêde û belav kir.
 
Lîwaya 74 ya ser bi Fermandariya Operasyonên Nînowa ya ser bi Heşdî Şebî, di çarçoveya ewlehiyê de hêzên xwe li sînorê Şengalê belav kir. Ev hewldan piştî tevgera zêde ya çeteyan ya li herêmê pêk hatiye.
 
Desteya Heşdî Şebî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku belavbûna hêzên wan ya li herêmê bi armanca ewlehî, rewşa li ser erdê û parastina welatiyên sivîle. Heşdî Şebî hêzên xwe li nava bajarok û navçeya Şengalê bicih kir ji bo her rewşeke ne li bendê.
 
Şengal ji ber rewşa xwe ya strateji û erdnîgarî di dîrokê de tim di bin gef û êrişan de maye. Sala 2014’ê dema êrişên hov yên çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran kes hatibûn qetilkirin û jin û zarok jî hatibûn revandin.
 
Hêjayî bibîr xistinê ye êrişa komên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriye û Tirkiye ya li ser Rojava û berdana bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê ya ji girtîgehên li Rojava xeterî li ser hemû cîhanê bi taybet Iraqê çêkiriye. Piştî vê di serî de Wezareta Parastinê ya Iraqê ji bo parastina sînorê Iraqê hêzeke zêde li sînorê Iraq û Sûriye bi cih bike û biparêze.