Tirkiye, leşker sewqî sînorê Kobanê kir

  • 21:57 21 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî vekolîneke leşkerî ya îro li ser sînorê Kobanê, Tirkiyeyê leşker sewqî sînorên Kobanê kir.
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter li dijî Rojavayê berdewam dikin. Tirkiyeyê îro danê sibê li ser sînorê Kobanê ku yek ji hedefên van êrişan e, lêkolînên leşkerî kir. Piştî vekolîna li ser xeta sînorê Pirsûs-Kobanê, leşker sewqî sînorê Kobanê hatin kirin. Her wiha bi sewqiyatê re obus û tank jî hatin bicihkirin. Hat hînkirin ku leşker sewqî qereqolên li sînor jî hatine kirine.