Rewşa dawî li ya Kobanê vegot

  • 23:02 21 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDANÛÇEYAN- Jineke Kobanê bi vîdeoya ku weşand geşedanên dawî vegot.
 
Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî Rojava didomin. Jineke Kurd a bi navê Hêvîdar ya ji Kobanê li ser çapemeniya civakî vîdoyek weşand û rewşa dawî ya Kobanê ragîhang û banga xwedî derketinê li hemû Kurdan kir.
 
Vîdeoya li ser çapemeniya civakî hat weşandin wiha ye: “Ez Hêvîdar. Niha li Kobanê me. Niha Kobanê di bin dagirkirinê de ye.Der barê jiyanê de her tişt hat qûtkirin. Tevî her tiştî gel berxwe dide. Rewş her diçe xera dibe. Çend saet berê înternat hat birîn. Daxwaza gel a esas eve ku  hemû Kurdên cîhanê xwedî li Kobanê derkevin. Kobanê dergaha şehîdane. Yên di 2014’an de çawa Kobanê ji çeteyan parast îro  jî Kobanê di bin tehdîdek cidî de ye. Gel berxwe dide lê çete her diçin nêzî bajar dibin. Ez di bin şertên zor û zehmet de dengê xwe digihînim cîhanê. Hemû gelê Kobanê niha di tariyê de ye. Daxwaza gel xwedî derketina li Kobanê ye. Xetere her diçe mezin dibe. Hewcedariyên sereke yên zarok û kal û pîran jî nayên peydakirin.”