OHD: Îşkence li ciwanên binçavkirî kirin

  • 21:58 21 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Şaxa OHD’ê ya Rihayê tekildarî ciwanên ku li Wêranşarê hatin binçavkirin daxuyanî da û diyar kir ku ciwan ji aliyê polîsan ve rastî îşkence hatine.
 
Şaxa OHD’ê ya Rihayê tekildarî rewşa ciwanên ku îro li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di meşa li dijî êrîşên çeteyên HTŞ û SMOyê de hatin binçavkirin daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 1 jê jin 8 kesên di nav de zarok jî hene bi îşkeceyê hatine binçavkirin û got: “Mafê xwepêşandanê mafekî hiqûqî ye. Tu kes nikarê vî mafî binpê bike. Divê demildest dawî li mudaxaleyên tund ên xwepêşendanên ji bo êrişên Rojava ku li Rihayê tên li darxistin were. Binçavkirinên keyfî û mudaxaleyên tund binpêkirina hiqûqê ye.”
 
Di daxuyaniyê de li ser rewşa binçavkiriyan de ev tişt hatin parvekirin: “Destûr nedan parêzer bi kesên ku li navçeya Wêranşarê hatine binçavkirin re hevdîtinê bikin. Divê ew sepanên keyfî ku ne di peywîra polîsan de ye demildest bi dawî bibin. Weke şaxa OHD’ê ya Rihayê em pêvajoya binçavkirinê dişopînin û divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”