Li Zanîngeha Koye banga xwedîderketina li Rojava hat kirin
- 14:24 21 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Di çarçoveya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de li zanîngeha Koye berxwedana Rojava hate silavkirin û banga xwedî derketina li Rojava hate kirin.
Seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê hatî ragihandin, her ku diçe berfirehtir dibe. Divê çarçoveyê de li zanîngeha Koye ya bi ser Hewlêrê piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hate kirin û çalakiyek hate lidarxistin. Xwendevan û mamostayan êrişên çeteyên hov bi tundî şermezar kirin.
Serokê zanîngeha Koye Dr. Mihemed Hesîb ji ajansa mere axivî û got; “Îro em weke mamosta û xwendevan îro ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê kombûne. Ji ber ku zanîngeh cihê zanist û exlaqe, lewma divê dijî hemû êriş û komployên ser gelê me rawestin. Ez bang li civaka navnetewî dikim ku bi erkê xwe rabin, divê rê li komkujiyên bi ser Kurdan bigirin. Divê her kes mafê Kurdan biparêze.”
Dr. Mihemed da zanîn ku divê kesên sucê şer dikin werin dadgehkirin, ji ber ku niha êrişek ne rewa li ser gelê Kurd heye û got; “Emê ji bo dengê gelê Rojava bigihînin, peywendiya xwe ya bi hemû zanîngehên cîhanê re bikarbînin.”







