Li Wanê ji bo Rojava daxuyanî hat dayîn
- 15:34 21 Çile 2026
- Rojane
WAN - Parlementera DEM Partiyê Gulderen Varli di daxuyaniya ji bo Rojava de bal kişand ser êrişan û got: “Hûn piştgiriya hişmendiya ku serê mirovan jê dikin, dikin. Lê em Kurd hertim alîgirê aştiyê ne û zimanê me jî yê aştiyê ye.”
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, derbarê êrişên li ser Rojava de li Çerxerêya Parka Milet a Rêya Armûşê daxuyanî da. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wîjdan, berxwedan û azadiye, teslîm nayê girtin” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî”, “Gelê Kurd li gel Rojava ye” û “Kujer HTŞ hevkar AKP” berzkirin. Parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Mehmûd Dîndar, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Parlementer Gulderen Varli di daxuyaniyê de da zanîn ku Kurdanhertim bawerî bi hêza xwe ya cewherî aniye. Gulderen Varli destnîşan kir ku Kurd hatin kuştin, hatin girtin, hatin koçberkirin lê dîsa jî serî netewand û got: “Em ji niha û pê ve jî serî li ber we natewînin. Her kesî têkoşîna bêhempa ya Kurdan a li dijî DAIŞê dît û em ji niha û pê ve jî dest ji têkoşîna xwe bernadin.
Hemû netew-dewlet li hemberî me ne, lê em ê li dijî van hemû dewletan têbikoşin. Em tu carî serî li ber we natewînin. Em li vir in li vir, Rojava em in û Rojava şoreşa jinan e. Hûn li gel hişmendiya ku serê jinan jê dike radibin û rûdinin, lê em Kurd hertim alîgirê aştiyê ne û zimanê me jî yê aştiyê ye. Em bang li we dikin, dest ji hişmendiya Ebû Cehîl berdin. Ez bang li AKPê dikim, we pêşorajo Tirkiyeyê bin pê kir. Lê em li vir in û tu deran ve jî naçin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Piştî daxuyaniyê hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrtê banga çalakiya ku dê vê êvarê bi konvoya wesayîtan pêk bînin, kir û daxuyanî bi dawî bû.







