Li Nisêbînê bi hezaran kes meşiyan: Em xwedî li Rojava derkevin
- 15:53 21 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN – Bi hezaran kes li Nisêbînê li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê kom bûn û ber bi sînorê Qamîşloyê ve meşiyan. Hevseroka DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar bang li hikûmetê kir ku vegere banga 27'ê Sibatê û got, "Werin em li Rojava li ser îradeya xwe bisekinin."
Di demekê de ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê nobedariya li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, serê sibê bi hezaran kes li ber goristana Hecace ya li ser sînorê Qamîşloyê kom bûn. Girseya ku di nav wan de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakırhan û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar jî hebûn, bi qîrîna dirûşmeyên wekî "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" meşiyan. Di tevahiya meşê de, girseyê gelek caran stranên hevgirtinê bi gelê Rojava re digotin û meş di kolanên Nisêbînê de berdewam kir û gihîşt Kolana Midyatê.
Piştî meşê, Hevseroka DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar derket ser dikê û îşkenceya ku duh li ser sînor li ciwanê bi navê Diyar Koç hatibû kirin bi bîr xist.
‘Kurd winda nakin’
Çigdem Kiliçgun Uçar bang li hemû cîhanê kir ku piştgiriyê bidin QSD’ê û got, “Îro her kes bêdeng e. Mîna ku ew ji bo serkeftina DAIŞ û HTŞ’ê direqisin. Ev ji bo gelên Tirkiyeyê û cîhanê heyf e. Heta ku em bijîn, em ê tiştê ku QSD diparêze biparêzin. Em ê azadiyan bidomînin. Werin em piştgiriyê bidin îradeya jiyana hevbeş a ku li Rojava jiyaye. Li vir gel heye. Ew gel dibêje, 'Kurdan winda nekirine û ew ê winda nekin.'”
Piştî axaftinê, girse ber bi Parka Aştiyê ve meşiya da ku nobedariya xwe bidomînin.







