Xelkê Başûr ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava li qadan e

  • 11:30 21 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo parastina gel û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên cuda li dar xistin û ber bi Rojava ve bi rê dikevin. 
 
Pştî banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji Bakur, Başûr û her derê ku Kurd lê ne bi hezaran kes ji bo parastinê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê jî li her bajar, navçe û bajarokan çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin. Di çarçoveya banga seferberiya giştî de karwanê sêyem yê gel îro ji Silêmaniyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rêket.
 
Karwanê din ji Silêmaniyê ber bi Rojava ve bi rê ket
 
Piştî banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser, ji Bakur, Başûr û her derê ku Kurd lê ne bi hezaran kes ji bo parastinê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Vê sibehê jî karwanek din ê gel ji Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê bi rê ket. Duh jî ji Silêmanî û derdora wê du karwanan ji bo tevlî seferberiya Rojava bibin, berê xwe da bûn Rojavayê Kurdistanê.
 
Karwanê sêyemîn gihişt Rojava
 
Karwanê sêyemîn yê gelê Başûrê Kurdistanê bi armanca tevlî seferberî û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê û şervanên wê ya li dijî êrişên çeteyên HTŞ-DAIŞ bibin, sînor derbaz kir û gihişt Rojavayê Kurdistanê. Beşdarên karwanê sêyemîn ji jinan, ciwanan, rojnamevan, mamosta û parêzeran pêk tê. Duh di nîvro du karwanên din yên xelkê Başûrê Kurdistanê gihiştin Rojavayê Kurdistanê.
 
Helebce ji bo Rojava daketin qadan
 
Li parêzgeha Helebce û bajarokê Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê, ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û dijî êriş û dagirkeriya çeteyên Colanî û dewleta Tirk welatî daketin qadan. Çalakvan, rewşenbîr û welatiyên Helebceyê bi çalakiyek girseyî ragihandin ku divê partî û aliyên siyasî ji bo têkoşîna li dijî êrişên çeteyan a  li ser Rojavayê Kurdistanê, yekgirtî bin.
 
Li bajaroka Kifrî çalakî
 
Her wiha li bajarokê Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê, li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya ji heft salî heta heftê salî xwepêşandan hate lidarxistin. Xwepêşanderan bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina êrişan hewl bidin. 
 
Parlamentoya Iraqê li ser ewlehiya sînorê bi Sûriyeyê re kom dibe
 
Cîgirê yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku bi tevlîbûna Wezîrê Parastinê û Serokê Dezgeha Ewlehiyê, têkildarî amadebûna hêzên ewlehiya sînorê li gel Sûriyeyê, dê Parlamentoya Iraqê kom bibe. Cîgirê yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ednan Fethan Dilêmî bi daxuyaniyekê ragihand ku heftiya bê bi tevlîbûna Wezîrê Parastinê Sabit Ebas, Wezîrê Karên Hindir Ebdulemîr Şemerî û Serokê Dezgeha Ewlehiyê, têkildarî amadebûna hêzên ewlehiya sînorê li gel Sûriyeyê, dê Parlamentoya Iraqê kom bibe. Hate ragihandin ku parlamento piştgirî dide hemû tedbîrên ewlehiyê yên ji bo xurtkirina eniya navxweyî û parastina serweriyê dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bang li hêzên neteweyî dikin ku yekrêz bin da ku hewlên ji bo xirabkirina ewlehî û yekîtîya Iraqê têk bibin.
 
Şengal duh bi şev li ser piyan bû
 
Li Şengalê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Şengaliyan duh bi şev li navenda Tilizêr û Sîba Şêx Xidir agir dadan û daketin qadan. Duh bi şev li navenda Tilizêr welatî kombûn, agir pêxistin û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojava re qêriyan. Piştre di nava bajêr de bi karwanê wesayîtan geriyan û heya komelgeha Sîba Şêx Xidir dewam kir. Li komelgehê piştre li ber peykerê Ş. Xeyrî ku li navneda Sîba Şêx Xidire, agir hate pêxistin û heya derengiya şevê çalakiya ji bo piştgiriya Rojava dewam kir.
 
Xelkê Binarê Qendîlê piştgirî da berxwedana Rojava
 
Xelkê Binarê Qendîlê û gundê Elî Reş yê bajarokê Meredû li dijî êrişên hovane yên çeteyên HTŞ-DAIŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê kom bûn û çalakî lidar xistin. Kal, pîr, ciwan û jin beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bi berzkirina dirûşmeyên ji bo piştgiriya seferberî û berxwedana Rojavayê Kurdistanê, her wiha dirûşmeyên li dijî êrişên hovane û komkujiyên çeteyên li ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha tekez kirin ku parastina destkeftiyên Rojava erkeke netewî ye û ewê nehêlin ku xaka wan ji aliyê dagirkeran ve were dagirkirin. Beşdaran peyamek ji cîhanê re şandin ku tê de gotin, “Rojava ne bi tenê ye, her gund û bajarê Kurdistanê meydaneke şere ji bo parastina rûmeta gelê Kurd. Ev êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Colanî nikarin îradeya gelê Kurd bişkînin.” Xelkê Binarê Qendîlê heta derengiya şevê li derve man û bi qîrîna dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” piştgiriya xwe ji bo şervanên QSD, YPJ, YPG û Rojava nîşan dan.
 
Şêniyên Mexmûrê di nava çalakiyê de bûn
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî piştgiriya xwe ji bo vê seferberiyê bi çalakiyekî 24 demjimêrî bi daxuyaniyekê da destpêkirin. Şêniyên wargehê di bin pêşengtiya ciwanan de meşekî girseyî lidar xistin. Meşê ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û di nava wargehê de torek geriyan û vegeriyan dîsa li Saziya Malbatên Şehîdan. Di meşê de piştgiriya xwe ya bi xelkê Rojavayê Kurdistanê re bê nav ber dirûşmeyan diqêriyan. Piştî ku meş gihişt ber saziyê li wê derê daxuyaniyek hat dayîn.
 
Şêniyên Şarezûrê piştgirî da berxwedana Rojava 
 
Li navçeya Şarezûr welatiyên daketin qadan êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriye û Dewleta Tirk şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana Rojava nîşan dan. Di çalakiyê de bi dirûşman dilsozî û piştevaniya xwe ya ji bo gelê Rojava anîn ziman. Şêniyan bang li hêzên navneteweyî kir ku êdî li hemberî komkujiyên tên kirin bêdeng neminin. Bang kir ku welatiyên sivîl bên parastin.