Li Amedê çalakiya deng derxistinê

  • 12:49 21 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê qampanyaya deng derxistinê dest pê kir. 
 
Di bangawaziya Platforma Saziyên Demokratîk de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin bi bîr xistin û wiha hate gotin: “Em bang dikin ku ji bo mezinkirina piştgiriya bi Rojava em ê her êvarê seat 20.00'an de li her derê bibin dengê Rojava. Li kuçe û kolanan, di mal û erebeyên xwe de, em bi ronahî, qorne û dengê xwe nîşan bidin ku em ligel Rojava ne.”
 
Platformê bang li gel kir ku herkes tev li vê çalakiya deng derxistinê bibe û dengê Rojava li her deverê ragihîne.