Gelê Başûr li Rojava bi coş hat pêşwazîkirin

  • 14:32 21 Çile 2026
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Başûr ku derbasî rojavayê Kurdistanê bû, ji hêla Hevserokê PYD’ê û gelê Rojava ve bi coş hate pêşwazîkirin.
 
Ji bo seferberiya Rojava ji tevahiya Kurdistanê piştgirî dewam dike. Bi sedan kesên ku ji başûrê Kurdistanê bi rê ketin, ji duh ve tev li berxwedana li Rojava dibin. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso gelê başûrê Kurdistanê pêşwazî kir.
 
Xerîb Hiso di dema pêşwazîkirinê de got: “Heke Kurd bibin yek, dikare hemû komployan têk bibe. Hatina gelê başûrê Kurdistanê hêzeke mezin da me."