Li Dêr Hafirê çete êrişî malan dikin
- 15:11 14 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên çete li Dêr Hafirê êrişê dibin ser qadên sivîlan.
Komên çete yên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê yên piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin û çeteyên DAÎŞ'ê bombeyan li Dêr Hafirê dibarînin. Li gorî agahiyên ji qadê hatin wergirtin, êriş yekser li malên sivîlan têne kirin.
Li ser xisara ji ber bombardûmanê agahî bi dest neketin.







