'Bi êrîşên li ser rojnamegeran dixwazin rastiyê veşêrin'

  • 15:12 14 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YRA'yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrişa li hemberî rojnamevanan hewldana nixumandina rastiyê ye."
 
Bi dehan rojnamevan û nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn.  Daxuyanî ji aliyê hevserokê YRA Idrîs Henan û şêwirmendê YRA’yê Bunyad Cizîrî ve bi erebî û kurdî hate xwendin.
 
Daxuyaniya YRA’yê jî wiha ye:
 
“Em Yekitiya Ragihandina Azad bi tundî sûc û binpêkirinên giran ên li dijî sivîl û rojnamevanên taxên Helebê; Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bombebarana ketober, hedefgirtina saziyên sivîl û yên tenduristiyê, şermezar dikin ku kiryarên berbiçav ên li dijî yasayên navneteweyî yên mirovî û peymanên Cinêvê ne.
 
Hedefgirtin û gefxwarina rasterast a li ser rojnamevanan, revandina wan û astengkirina şopandina serbixwe, siyaseteke sîstematîk a bêdenkirina ragihandina azad û nixumandina heqîqetê ye. Her wiha sûc û destwerdana li ser azadiya derbirînê û mafê civakê yê wergirtina zanînê ye ku hewceyî lêpirsîneke zagonî ye.
 
Her wiha em hemleyên dezenformasyonê yên rêxistinkirî yên bi pêşengiya ragihandina fermî ya hikûmeta veguhêz û ragihandina ji aliyê hinek welatên kendavê û Tirikiyê ve tên fînansekirin, şermezar dikin ku bi rêbazên rewakirina komkuiyan, berovajîkirina rastiyan, spîkirina sûcan, pêşkêşkirina vegotinên yekalî û xirakirina rola çapemeniya azad, bûne hevkarên sûc û berpirsiyariya exlaqî û zagonî ya qetlikirina temenmezinan, jin û zarokan û xeteriya li ser jiyana rojnamevanan davêjin ser wan.
 
Li ser vê bingehê, em daxwaz dikin ku derhal dawî li hedefgirtina sivîl û rojnamevanan were, lêpirsînên navneteweyî yên serbixwe dest pê bikin û hesab ji berpirsên van sûcan were xwestin. Her wiha em êrişkaran û aliyên ku piştgiriya çapemeniyê û siyasî peyda dikin, ewlehiya sivîlan û jiyana xebatkarên ragihandinê dixin xetereyê, xîtabê nefret, sorkirin û tundiyê gur dikin, rastiyan berovajî dikin, sûcan rewa dikin û aştiya civakî têk dibin, berpirsyar dibînin.
 
Carek din em tekez dikin ku bi demê re sûcên hatine kirin ji holê ranabin, hewlên bêdengkirina ragihandina azad ku dengê qurbanî û wîjdanê mirovahiyê ye, nikarin heqîqetê veşêrin.
 
Em ê her alîgirên mirov, heqîqet, kedkar û xebatkarên ragihandina azad bin.”