Serhildana gelên Îranê didome
- 17:02 9 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî Îranê çalakiyên gelan gihîştiye qonaxeke nû. Ji şewitandina peykerên Qasim Silêmanî heta hedefgirtina medreseyên olî, bi tevlibûna jinan bingehên îdeolojik ên Komara Îslamî yek bi yek hildiweşin.
Çalakiyên gelên Îranê li tevahiya welat bi beşdariyên girseyî li meydan û kolanan di roja 13emîn de didome. Li Îranê îro roja betlaneyê ye û tevahiya rojê gel li qadan ji daxwaza sererastkirina şertên aboriyê wêdetir, daxwaza azadiyê qîr dike. Hate diyarkirin ku îro nimêjên Înê li qadan hatiye kirin.
Li bajarê Çenarşahican ê ser bi parêzgeha Farsê, çalakgeran heykela fermandarê berê yê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî rûxandin û parçe kirin. Di dîmenek din de çalakvanek bi farisî diqîre, “Qasim Silêmanî di nav êgir de ye. Ev dengê hêrsa civakê ye.” Ev çalakiya ku li herêma Loran pêk hat, nîşan dide ku hêrsa gel a li dijî sembolên leşkerî êdî nayê veşartin.
Medreseyên olî tên valakirin
Li bajarê Gonabadê, çalakgeran berê xwe da navendên dînî. Hat dîtin ku medreseyeke Şîa hatiye hedefgirtin û hundirê wê hatiye valakirin. Êdî çalakî ne tenê li dijî desthilata siyasî ne, lê rasterast li dijî hîmên îdeolojîk û mezhebî yên Komara Îslamî ne. Tevlibûna girseyî ya gel nîşan dide ku xwepêşandan ji kontrola dewletê derketine.
Girîngiya Meşhedê: Tabû yek bi yek tên şikandin
Meşhed ji bo Komara Îslamî ne tenê bajarek e, lê belê ji ber tirbeya Îmam Riza û navenda bîrdoziya wan, Meşhed paytexta dînî ya Îranê ye. Gelek olperwer û alimên Şîa ku bandorê li siyaseta Îranê dikin li vir in. Meşhed ku ji bo şîatiyê bajarekî pîroz e, niha bûye navenda çalakîyên siyasî. Serhildana li vî bajarî, meşrûiyeta dînî ya rejimê dihejîne û hêzên ewlekariyê dixe nava gumanan. Êdî di navbera gel û dewletê de girêdan bi temamî qut bûye. Rejîm ne tenê li herêmên dûrî navendê, lê li kelehên xwe yên dînî wekî Meşhedê jî ketiye tengasiyê.
Dengê hêrsa gelan mezin dibe
Di çalakiyan de jin ne tenê beşdar in, lê belê wekî hêza motora çalakiyan derdikevin pêş. Ev çalakiyên ku li Çenarşahican, Meşhed û bajarên din belav bûye, bi wêrekiya jinan çalakî geş dibin. Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku ji Kurdistanê dest pê kir, niha li her bihosta erdnîgariya Îranê deng vedide. Jinên Îranî êdî ne tenê daxwaza reforman dikin, êdî daxwaza azadiyeke bingehîn û jiyaneke bi rûmet û dadperwer dikin.
Parçebûna di nava artêşê de
Di nava artêşê de dengên nerazîbûnê bilind dibin. Tê gotin ku di nava artêşa nîzamî de nerazîbûn li dijî bikaranîna tundiya zêde dibe. Hinek efser naxwazin li dijî gelan çekan bikar bînin. Rejim bi piranî pişta xwe dispêre Hêzên Pasdar û Besîcan.
Îran ber bi ku derê ve diçe?
Ev çalakiyên ku li Bocnord, Meşhed, Çenarşahican û bajarên din belav bûye, nîşan dide ku rejim êdî nikare bi rêya îdeolojiyê gel qanih bike û tirs şikestiye. Şewitandina sembolên sîstemê, nîşana herî mezin a şikandina tirsa 45 salan e. Berbelavbûna çalakiyan daxwaza guherîneke bingehîn û demokratîk xurttir dike. Neteweyên Yekbûyî ji ber binpêkirina mafên mirovan fikarên xwe anîn ziman û daxwaza lêkolîneke serbixwe kir.







