KCDP: Di sala 2025’an de 294 jin hatin qetilkirin
- 14:54 9 Çile 2026
- Rojane
STENBOL - KCDP’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê mêr aşkera kir û got ku di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin qetilkirin û herî kêm 297 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), li Lokala Ked û Yekitiyê ya li Kadikoy a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî cînayet û mirinên bi guman ên jinan ên sala 2025’an aşkera kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê tu caran bi tenê nemeşî” hate daliqandin.
Nûnera KCDP’ê ya Stenbolê Şîrîn Yalincakoglû beriya aşkerakirina raporê axivî û ji ewil Rojîn Kabaîş bi bîr xist. Şîrîn Yalincakoglû, diyar kir ku dewlet mecbûr e pêşiya komkujiyên li dijî jinan bigire û got divê jin xwe bêhtir birêxistin bikin û li qadê têbikoşin.
Piştre jî Esîn Îzel Uysal rapor xwend. Di raporê de hate gotin ku di sala 2025’an de herî kêm 294 jin ji hêla mêran ve hatine qetilkirin û 297 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî di raporê de hate destnîşankirin ku jin herî zêde di malên xwe de hatine qetilkirin. Hat gotin ku di sala 2025’an de herî kêm 203 jin ji hêla endamên malbata xwe ve hatine qetilkirin û got derdorên malbatê pîroz nîşan didin, tundiya nava malê û faîlan nexuyayî dikin.
Di berdewamê de hate diyarkirin jku di sala 2025’an de herî kêm 25 zarok hatine qetilkirin û mafê jiyanê yê zarokan hatiye paşguhkirin. Rapor wiha bi dawî bû: “Sala 2025’an weke ‘Sala Malbatê’ hate ragihandin lêbelê kuştinên jin û zarokan di vê salê de jî berdewam kir. Yên malbatê pîroz nîşan didin; çavên xwe li kuştinên nava malê girtin û mirinên zarokan jinedîtî ve hatin.”







