Êrîşên li dijî taxên Helebê wê li gelek bajarî bê protestokirin

  • 20:31 7 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DEKUP li dijî li dijî êrişên ser taxên Kurdan yên Helebê wê li gelek bajaran meş û çalakiyan lidar bixe.
 
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ên li bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê ji bo xwedîderketina li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, çalakiyan li dar dixe. Di çalakiyan de dê êrişên komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Şamê ku girêdayî Tirkiyeyê ne, bên şermezarkirin. Meş û daxuyanî dê bi dirûşma “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye, Rojava Azadî ye” bên lidarxistin.
 
Li gorî ku Platforma Saziyên Demokratîk ragihand dê li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê meş û daxuyanî bên lidarxistin. Li gorî plansaziya Platforma Saziyên Demokratîk dê li Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Batman, Colemêrg, Erzirom, Mûş, Îdir, Bedlîs, Şirnex, Sêrt, Semsûr, Agirî, Mêrsîn, Stenbol û gelek navêndên din meş û daxuyanî bên lidarxistin.
 
Bajar û navçeyên dê meş û daxuyanî lê bên lidarxistin wiha ne:
 
* Li Amedê dê meş ji Parka Koşuyoluyê saet di 15:00’an de dest pê bike heta ber AZC Plazayê bidome.
 
* Li Wanê dê saet di 13:00’an de ji ber avahiya DBPê heta Meydana Bajêr meş bê lidarxistin.
 
* Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dê saet di 14:00’an de li ser rêya Kobanê meş bê lidarxistin.
 
* Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dê saet di 13:00’an de ji sûkê heta ber sînorê Qamişlo meş bê lidarxistin.
 
* Li Batmanê dê saet di 12.30’an li Parka Yilmaz Guney daxuyanî bê dayîn.
 
* Li Agiriyê saet di 12:00’an de ji ber avahiya DEM Partiyê heta ber komeleya ziman meş bê lidarxistin.
 
* Li Stenbolê dê saet di 19:00’an li Meydana Şîşxaneyê daxuyanî bê dayîn.
 
* Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê saet di 13:00’an de dê daxuyanî bê dayîn.
 
* Li navenda Sêrtê dê saet di 14:00’an de li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn.
 
* Li Îdirê dê saet di 12:00’an de li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn.
 
* Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê dê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn.
 
* Li navçeya Geverê, Şemzînan û navenda Geverê dê saet di 12:00’an de daxuyanî bên dayîn.
 
* Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dê saet di 17:00’an de li Parka Zarokan daxuyanî bê dayîn.
 
* Li navenda Mûşê dê saet di 12:00’an de li ber avahiya şaredariyê daxuyanî bê dayîn.
 
* Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê dê saet di 14:00’an de li Parka Filîstînê daxuyanî bê dayîn.
 
* Li Edeneyê dê saet di 11:00’an de li Parka Înonuyê daxuyanî bê dayîn.