Lîstikvana Îranî: Êrîşa rawestînin

  • 18:32 7 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA  NÛÇEYAN - Lîstikvana Îranî Hediye Tahranî, ragihand ku ew piştgiriyê dide xwepêşandanên li ser seranserî bajarên Îranê didome. Tahranî bang li rayedaran kir ku tundiya dijî xwepêşandanan bi sekinîne.
 
Li gel zêdebûna tundiya dijî xwepêşandanê Îranê, bertekên hunermend û aktivîstan didome. Li herêmên cûda, bajarên rojhilatê Kurdistanê jî di nav de, raporên derbarê zêdebûna binçavkirinan, windahiyên canî tên.
 
Xwepêşandanên gel li Îranê di roja 11’an de didome, nûçeyên ku li gelek bajaran tundiya dijwar ya hêzên ewlehiyê zêde bûne belav dibin. Lîstikvana Îranê Hediye Tahranî di parvekirina xwe de desteka xwe ya ji bo xwepêşandaran anî ziman. Hediye Tahranî di parvekirina xwe de ev tişt got: “Ez bang li zaliman dikim, zextê bi sekinînin. Evane zarokên welatê we ne. Zarokên we jî hene, ma siberoja wan qet we eleqeder nake?”
 
‘Zextê rawestînin’
 
Hediye Tahranî diyar kir ku xwepêşandanên li dijî xizanî û sefaletê ku wek welatê herî dewlemend yê dinyayê tê dîtîn, lê belê di xakek ku dewlemendî negihe xwediyê mafê dewlemendiyê, daxwaza rewa ya mafê edlaneye. Hediye Tahranî bal kişand ser bandora rewşa giştî û krîza aborî li ser başên cûda û bang li endamên hêzên dewletê kir û got: “Tu yek ji mexdurên vê pergalê yî, ev barên giran û xizanî bandorê li jiyana te û heskiriyên te jî kiriye. Zextê bi sekinînin û li gel gel bin.”
 
Ev parvekirin di demek ku li Îranê zêdeyî hezar û 200 bûyerên binçavkirin û bi dehan mirî û birîndarên xwepêşandanan ketine qeydê de hate kirin. Rêxistinên Mafê Mirovan diyar dikin ku bajarên Rojhilatê Kurdistanê di nav de, li gelek bajarên Îranê di vê pêvajoyê de zext gihaye aste herî jor.