Zanîngehên Azad, Semnan û Kûmê tev li serhildanê bûn
- 14:18 7 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Zanîngeha Azad a Îslamî ya Kirmanşahê, Zanîngeha Semnanê û Zanîngeha Kûmê tev li serhildanê bûn û di nava zanîngehê de çalakiyan dikin.
Xwedekarên Zanîngeha Azad a Îslamî ya Kirmanşahê, Zanîngeha Semnanê û Zanîngeha Kûmê tev li serhildana Rojhilat û Îranê bûn.
Li Zanîngeha Azad a Îslamî ya Kirmanşahê xwendekar di roja 11'emîn de tev li serhildanê bûn. Xwendekaran di nava zanîngehê de dest bi çalakiyan kir û hêzên rejîmê êrişî xwendekaran kir. Piştî êrişê çalakî belavî derdorê zanîngehê jî bû û niha di nava kolanan de di navbera çalakvan û hêzên rejîmê de şer diqewime.
Her wiha li Zanîngeha Semnan a bajarê Semnanê û li Zanîngeha Kûmê ya li Eyaleta Kûmê jî çalakî hene û serhildana xwendekaran bajar bi bajar belav dibe.







