Tulay Hatîmogûlları: Em bi gelê Îranê re ne
- 12:18 5 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê têkildarî berxwedana gel a li Îranê daxuyanî dan û gotin ku ew bi gelên Îranê re ne.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, têkildarî çalakiyên gelên Îranê û êrişên rejîmê yên li dijî çalakvanan, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal daxuyanî dan.
Peyama Tulay Hatîmogûllari wiha ye: “Jin, ciwan û welatiyên ji nasnameyên cuda yên li Îranê li dijî krîza aborî û zextên roj bi roj zêde dibin derdikevin kolanan, rastî tundiyeke mezin tên. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, herî kêm 19 welatiyan di protestoyan de jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Ragirtina birîndaran a li navendên binçavkirinê û zexta ji bo îtîrafkariyê li zarokan tê kirin, kiryarekî dermirovî ye. Em; êrişên di serî de li bajarên Kurdan li seranserî Îranê tên kirin şermezar dikin. Weke DEM Partiyê em bang li rêveberiya Îranê dikin ku ji vê israra xwe ya di zext û tundiyê de vegere û demildest guh bide daxwazên edalet, refah û wekheviyê yên gel û rêyên çareseriya demokratîk veke.
Em di ferqê de ne ku hêzên emperyalîst hewl didin Rojhilata Navîn û Efrîqayê jinûve dîzayn bikin. Rêya yekemîn a berxwedana li dijî vê; rêzgirtina li hemberî îradeya gelên li herêmê, berfirehkirina qada azadiyan û avakirina pergalekî demokratîk e. Banga me jî li Îranê ew e ku gavên di vê çarçoveyê de biavêje. Em, bi têkoşîna birûmet û rewa ya gelên Îranê re ne.”
Tuncer Bakirhan, jî di peyama xwe de destnîşan kir ku jin, ciwan, kedkar, gel, bawerî û derdorên cuda yên li Îranê bi sala ye li dijî hilweşîna aboriyê li ber xwe didin û got: “Ne tenê nerazîbûneke li dijî hilweşîna aboriyê ye, di heman demê de daxwaza hemwelatiya wekhev, edalet û azadiyê ye. Weke DEM Partiyê em van daxwazan weke daxwazên rewa dibînin û polîtîkayên zordariyê yên li dijî îradeya gel jî şermezar dikin. Rejîma Îranê bi tundî êrişkirina van daxwazên demokratîk re çareseriyê pêş naxe; berevajî vê kûr dike. Em, nêzikatiya ku kolanan, qadan û bi taybet jî bajarên Kurdan weke ‘qada ewlehiyê’ dibîne û bi awayekî fiîlî vediguherîne qada şer, red dikin. Binçavkirin, îdiayên îşkenceyê, înfaz û mudaxileyên bi hewldana kuştin divê bên sekinandin. Em bang li rejîmê dikin ku guh bide dengê milyonan, gavên ku dê pêkvejiyana gelan xurt bike biavêje û rêyên çareseriyên aştiyane veke. Li Îran û Rojhilata Navîn dîrokê gelek caran nîşan da ku parastina herî xurt a li dijî zextên derve, hejariya aborî û jihevbelavbûna civakê, avakirina pergaleke demokratîk a xwe dispêre erêkirina gel. Tu welatên bi rêya tundiyê tên birêvebirin nikare bi îstîqrar bibin. Rêya îstîqrarê jî azadî, edalet û wekhevî ye.”







