Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê destek dan xwepêşandanên gel
- 11:40 5 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, xwepêşandêran silav kirin û got: “Em bawer dikin, çawa ku di sala 1979’an de rejîma sûcdar a pêlîstik we xist çopa dîrokê, hunê vê rejîma dijî mirovatiyê jî bixin çopa dîrokê.”
Xwepêşandanên gel ên li seranserî Îranê di roja xwe ya 9’an de didome û piştevaniya ji bo xwepêşandanan jî her ku diçe zêde dibe. Komek girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê ji bo desteka bi xwepêşandanan re daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em girtiyên siyasî, em li gel gelê xwe yê qehreman in, emê heta dawiyê li gel we bin û em têkoşîna we ya bi biryar silav dikin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev nêzî 120 sal e, gelê Îranê, ji bo bigihe azadî û edaletê bi biryardariyek ku neyê tarîfkirin têkoşîna xwe didomînin û bedelan didin. Di xala werçerxê ya dîrokê de, gelê me li ber tamkirina azadî û edaletê, kedxwarî, şah û Şehên ku li dijî azadiyê bi havkarî tevger dikin, xwegihandina tevgerê ya azadiyê û rizgarbûna girtiyên siyasî asteng kir. Darbeya 1953’an û şoreşa 1979’an mînakên vê zivrîneka dîrokê ye.”
Di beşa din a daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Faşîzma olî ku ev 47 sal e li Îranê serwer e, bi polîtîkayên xwe yên dermirovî jiyana gelê me, aniye xalê ku ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn ên mirovî bê par bimîne. Xizanî, gendelî, bihabûna jiyanê, enflasyona nayê kontrolkirin, krîzên av û kehrebeyê, bê karî û gelek din jiyan ji bo gel aniye halê ne gengaz. Ev hemû ecamên hemû serwet û derfetên dewletê ji bo projeyên fuze û nukleerê xerc kirine.”
Girtiyan bal kişandin ser zexta hundirûn û wiha gotin: “Rejîm ji roja destpêkê heta niha, li beramberî daxwazên gel serî li zextê daye û tenê bekaya xwe fikiriye. Lê belê divê bi xwe baş bizane, ji ber gel biryar daye wî hilweşîne, hilweşîna wî gelek nêze.”
Daxuyaniya girtiyên siyasî bal kişand ser hewldanên belavkirina xwepêşandanan û wiha hate gotin: “Em girtiyên siyasî, em li gel gelê xwe yê qehreman in û em îlan dikin ku em ê heta dawiyê gel we bin. Em biryardarî û têkoşîna we silav dikin. Em bawer dikin ku, we çawa di sala 1979’an de rejîma sûcdar a pêlîstik xiste çopa dîrokê, hunê vê rejîma dijî mirovatiyê jî bixin çopa dîrokê.”







