Şer naqede, berfireh dibe: Stratejiya herêmî ya Israîlê çiye?

  • 09:08 5 Çile 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Lubnanê ya Kongra Star Henan Osman diyar kir ku pêşketina Israîlê ya li Sûriyeyê û  mudaxaleyên wan yên li Lubnanê li Rojhilata Navîn rewşên cuda bixwe re tîne û got: “Divê alî li ser bernameyeke berfireh ya ewlehî, siyasî, reform û edaletê lihev bikin.”
 
Pevçûnên li Rojhilata Navîn giran dibin, bi operasyonên leşkerî yên Israîlê re ne tenê hevsengî, nîqaşên der barê pêşerojê de jî bi xwe re tîne. Tevgera li Lubnan, Sûriye û Fîlîstînê; dewletan qels dike û alternatîfên rêveberiyan û modelên rêveberiyên herêmî hîn bêtir dide xuyakirin.
 
Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Lubnanê ya Kongra Star Henan Osman der barê pêşketina Israîlê ya li Sûriyeyê, mudaxaleya li Lubnanê û senaryoyên ku Rojhilata Navîn nirxand.
 
Armanca Israîlê
 
Henan Osman da zanîn ku bidawîbûna operasyonên leşkerî yên Israîlê wek başiyek stratejîk divê bê nirxandin û got: “Tel Avîv alîkariyeke berfireh a DYA’yê girt. Ji bo şerên mezin bên meşandin bi hêsanî xwe gîhandin çavkaniyan. Van şeran bêyî hesap pirsînekê berdewam kir. Vê rewşê derfet da Israîlê ku şerê xwe bidomîne. Di vî alî de li ser dorpêçkirina Çiyayê Şêx û pênc nokteyên li başûrê Lubnanê û ligel vê riyên navbera Sûriye û Lubnanê de dixebite. Bi saya vê Israîl guzergahên têkildar û şopandina tevgerên din kontrol dike.”
 
Bandora bê îstîkrariya ava bûye
 
Henan Osman diyar kir ku ev geşedan li ser Lubnanê bandorek mezin dike û got: “Ev rewş şikestinên hîmê welat zêde dike û biryarên netewî yên serbixwe qels dike. Di heman demê de şertên bêîstîkrariyê her tim krîza aborî zêde dike û zexta koman a li ser herêmê zêde dike. Pevçûnên herêmî û pevçûnên nav welat her diçin jî tevlihev dibe.”
 
‘Wê rê bi bandor bibin’
 
Henan Osman destnîşan kir ku hewl tê dayîn Lubnan navbera du hêzan de bimîne û ev jî dibe sedema zêdebûna pevçûnan. Henan Osman wiha pê de çû: “Serkeftina siyasî an jî bi destxistina îstîkrarê hîna jî zehmet e. Dema em li van dinêrin tê dîtin ku wê operasyonên Israîlê berfireh bibin. Riyên navbera Lubnan, Sûriye û Fîlîstînê de wê bi awayekî mezin bandor bibe.”
 
‘Polîtîka Tel Avîv a Tirkiyeyê’
 
Henan Osman wiha dirêjî dayê: “Armanca Israîlê ne tenê Îranê ji Sûriyeyê derbixe û hêzên Hîzbullahê qels bike ye.  Heman demê de dixwaze pêşî li Tirkiyeya ku piştgiriyê dide komên terorîst yên cîhadîst, cihê Îranê negire. Telavîz  hewl dide rewşeke stratejîk û elwehiyê ya nû ya piştgiriyê dide lêgerîna hêz û kontrolê ava bike.”
 
Tiştên ku jin di şer de dijîn
 
Henan Osman wiha pê de çû: “Bandora şerê li herêmê li ser jinan pir mezin e. Li Lubnan û Sûriyeyê,  jin bi qetilkirin, destdirêjiyê re tên rû hev. Ev rewş bi zor û zehmetiyên aborî re, jin xistiye bin zext û berpirsiyariyek mezin.”
 
Henan Osman der barê avakirina hawireke bi îstîkrar û ewle ya li Sûriye û Lubnanê de ev tişt gotin: “Divê alî li ser bernameyeke berfireh ya ewlehî, siyasî, reform û edaletê lihev bikin. Projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mînakek zindî ya ku divê li hemû herêmê bê veguhestinê ye. Ji ber ev proje wê herêmê bigihîne îstîkrar û ewlehiyê.”