'Em dixwazin naveroka pêvajoyê ji serokatiyê guhdar bikin'

  • 09:05 5 Çile 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Peyruze Kurt da zanîn ku muxatabê aştiyê Îmralî ye û got: “Em dixwazin naveroka pêvajoyê, aştî çawa dikare pêkan be ji serokatiya xwe guhdar bikin.”
 
Dayikên Aştiyê ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin, daxwaza aştiyê carek din bi awayekî xurt tînin ziman. Dayikên Aştiyê li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Yek ji dayikên Aştiyê Peyruze Kurt der barê serlêdanê de axivî.
 
‘Bi salan e em li kolanan li aştiyê digerin’
 
Peyruze Kurt da zanîn ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û wiha vegot: “Em dixwazin wek dayikên Aştiyê bi Rêberê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin bi serokê xwe re rûnin û biaxivin. Dayikên Aştiyê bi salan e li kolanan li aştiyê digerin. Bi salan e êşê dikşînin ji bo zarokên xwe digirîn. Cenazeyên zarokên wan tên windakirin, bi salan e hestiyên wan nayên dîtin. Tevî hemû êşan dayikên Aştiyê ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin. Pêvajoya Aştiyê bi saya serokatiyê dest pê kir. Em dixwazin bi serokatiya xwe re hevdîtinê bikin. Em dixwazin her tiştî ji wî guhdar bikin.”
 
‘Em dixwazin şert û merc bên başkirin’
 
Peyruze Kurt destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoyê heta niha meclîsê gavek şênber navêtiye û got zimanê dayikê nehatiye qebûlkirin, nasnameya Kurd nehatiye naskirin û mafê hêviyê nehatiye qebûlkirinê. Peyruze Kurt wiha anî ziman: “Ji ber vê em dixwazin ji nûve serlêdanê bikin. Divê riyên Îmraliyê bên vekirin, şert û merc bên başkirin. Divê derfetên xwegîhandina serokatiyê pêk bên. 50 mîlyon Kurd îradeya serokatiyê qebûl dikin; aştiyê diparêze. Em jî dixwazin biçin Îmraliyê. Baweriya me bi dewletê qels e. Divê dewlet li pişt gotina xwe be û samîmî be. Zimanê tê bikaranîn hîna tehdîdkar e. Ne zimanê aştiyê ye. Kurd hîna wek terorîst tên dîtin. Tevî pêvajoya aştiyê heye hîna zilm û zext hene. Ev ziman nayê qebûlkirin.”
 
‘Jinên Kurd kevneşopiya berxwedanê didomîne’
 
Peyruze Kurt balkişand ser berxwedana jinên Kurd û her wiha hedefgirtina Leyla Zana û wiha domand: “Em îro bi çavên xwe dibînin. Çi eleqeya Leyla Zana bi sporê heye?  Leyla Zana siyasetmedara  Kurd e. Ev zext û zilma li ser jinên Kurd wê heta ku derê bidome. Em îro li meclîsê ligel hev rûdinin û behsa aştiyê dikin. Em jiyanek wekhev dixwazin.”
 
‘Pêşiya siyasetê venebe aştî ne pêkan e’
 
Peyruze Kurt diyar kir ku êrîşên li ser Kurdan û zimanê Kurdî didome û ev tişt anî ziman: “Kurd ji ber siyasetê dikin tên girtin, tên surgurnkirin. Em îro destê aştiyê dirêj dikin. Divê xwedî li vê bê derketin. Divê ev bawerî bê dayîn. Em tu car dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Heta deriyên zindanan neyê vekirin aştî jî ne pêkan e.”