‘Di dosyaya Gulistan Dokû de gumanbar tê parastin’

  • 09:02 5 Çile 2026
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Sûzan Îşbîlen da zanîn ku di dosyaya Gulîstan Dokû ya 6 sal in winda ye de tu pêşketin tune ye û tê xwestin guman ji ser gumanbar bê kişandin, sedema vê jî ev e ku bavê gumanbar polîsê teqawît e.
 
Gulistan Dokû di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê di şert û mercên gumanbar de hat windakirin. Piştî ku malbata Gulistan Dokû di heman roja windabûna wê de çûn Dêrsimê û "gilînameya windabûnê" tomar kirin, xebatên lêgerînê dest pê kirin. Lêkolînan eşkere kir ku telefona desta ya Gulistan Dokû herî dawî li Viyaduga Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê sînyala wê daye. Bi berçavgirtina îhtîmala ku wê xwe avêtibe nav avê, xebatên lêgerînê li Çemê Mûnzûrê hatin kirin; lêbelê, ti şop nehat dîtin. Tevî hemû daxwazên malbat û parêzeran, ji bo Gulistan Dokû li bejahî tu xebatên lêgerînê nehatin kirin û rayedarên dewletê bi israr îdia kirin ku ew "di nav avê de ye", lê lêpirsînek berfireh nekirin.
 
Di dosyayê de heta niha sê dozger guherîn. Di 2024’an de dozgerê dawî yê hat di 25’ê Tebaxa 2025’an de ekîbek taybet ava kir. Dozger ji nûve lêpirsîn da destpêkirin û talîmata ekîbek taybet da. Ekîba taybet delîlên dosyayê ji nûve lêkolîn kir. Hemû dîmenênên Pergala Rêvberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) û qeydên Pergala Naskirina Plakayê (PTS) yên ku roja beriya ku Gulistan Dokû winda bibe û roja winda bûye kom kir. 700 qeydên kamerayê yên bi KHYS’ê û dîmenên 700 saetî ketin dosyayê. Di dîmenên hatin lêkolînkirin de tu şop der barê Gulistan Dokû de nehatin dîtin û dîmen hîna tên lêkolînkirin.
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen der barê windakirina Gulistan Dokû de û gumanbarê sereke Zaînal Abarakov de axivî.
 
‘Li ser gumanbar nesekinîn’
 
Sûzan Îşbîlen da zanîn ku di ser windabûna Gulistan Dokû de 5 sal derbas bûye û wiha got: “Ev ne demek kurt e. Sê dozger guherîn. Xebatek hat meşandin. Lê pirsgirêk ev e ku li ser întîxarê sekinîn. Gotin xwe avêtiye avê. Di lêgerînan de ked û hewldanek hebû. Me ev dît. Lê li ser îhtîmala ku Gulistanê dijî yan jî gumanbar çi bi Gulistanê kiriye nesekinîn. Xebatek nemeşandin. Mînak gumanbar kesê ku herî dawî bi Gulistanê re hatiye dîtinê ye. Yên herî dawî bi Gulistanê re axiviye dîsa gumanbar e.”
 
‘Bersiv nedan bendewariyê’
 
Sûzan Îşbîlen destnîşan kir ku hat xwestin ku hemû gumanan ji ser gumanbar bikşînin û sedema vê jî bavê gumanbar polîsê teqawî bû. Sûzan Îşbîlen wiha domand: “Ji ber bavê wî polîsê teqawît bû gumanbar bi awayekî cidî nehat lêpirsînkirin. Heman rojê hat berdan. Li ser gumanbar gumanên cidî hebûn lê lepirsînek bi bandor nehat meşandin. Mijara Gulistan Dokû mijarek xesas e. Niha dijî an najî em nizanin. Ji ber vê mirov nikarin tiştekî bêjin. Daxwazeke malbatê ya wisa heye; em êdî dixwazin goreke keça me hebe. Em dixwazin biçin ser gora wê.’ Lê mixabin bersiv nedan vê bendewariya malbatê.”
 
‘Gumanbarekî tê parastin heye’
 
Sûzan Îşbîlen ev tişt anî ziman: “Tê xwestin ku her bûyera der barê jinan de bê veşartin. Wek ya Rojîn Kabaîş… Der barê Rojîn Kabaîş de hîna tiştên zelal nayên zanîn. Dibêjin întîxar e. Lê derket holê ku ne întîxar e cînayet e. Lê der barê Gulistan Dokû de hîna tu tiştek derneketiye holê. Rastiyek der barê Gulistanê de heye. Gumanbareke ku tê parastin heye. Bûyera Gulistan Dokû ji polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê serbixwe nîne. Pirsgirêka jinan bi giştî parçeyek polîtîka şerê taybet e.”
 
‘Çima hema întîxar tê hişê mirovan?’
 
Sûzan Îşbîlen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku windabûna Gulistan Dokû ne mijarek ji rêzê ye û parçeyek polîtîkaya şerê taybet e. Sûzan Îşbîlen ev tişt anî ziman: “Ne li ser qetilkirinê li ser întîxarê disekinin. Sedema vê jî polîtîkaya şerê taybet e. Weke bûyera Rojînê. Ewil gotin întîxar e. Çima întîxar bike? Ev her dur ciwanên ku xwendekarên zanîngehê bûn çima întîxar bikin. Van jinan ji jiyanê hez dikir bi hewldan û kedek mezin zanîngeh qezenc kiribûn. Çima întîxar bikin?"
 
‘Divê hemû jin tevli têkoşînê bibin’
 
Sûzan Îşbîlen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta li jinan tê ferzkirin serîtewandin e. Ji bilî vê mîsyonek din nadin jinan. Dixwazin jinan ji her qadê dûr bigirin. Ji siyaset, jiyan, qada civakî dûr bigirin. Bi polîtîkayên şerê taybet bê bandor dihêlin. Têkoşîna me ya ji bo Gulistan Dokû wê bidome. Em jinên ku serî natewînin wê destûrê nedin yek jin kêm bibe. Têkoşîna jinan dikare her tiştî biguhere. Di vî alî de divê hemû jin tevli têkoşînê bibin û têkoşîna xwe bidomînin.”