Ji TJA’yê derbarê Rojda Yakişikli de daxuyanî
- 16:55 29 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kuştina Rojda Yakişikli ku ji aliyê Okay Gur ve yê di çarçoveya Pakêta Darazê ya 11’emîn de hatibû berdan, daxuyaniyek weşand û daxwaza pakêtên darazê ku ewlehiya jinan misoger dikin kir.
Okay Gur, ku di çarçoveya Pakêta Darazê ya 11’emîn de hatibû berdan, duh Rojda Yakişikli ku li Amed dijiya kuşt. Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser vê mijarê bi rêya hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da.
Daxuyaniya TJA wiha ye:
"Bi Pakêta Darazê ya 11’emîn re, gelek sûcdarên sûcên tacîz, tecawiz û kuştina li dijî jinan hatine berdan. Yek ji van kesan, Okay Gur ê ku di çarçoveya pakêtê de hatibû berdan, Rojda Yakişikli kuşt. Li şûna van pakêtên nû, divê pakêtên ku ewlehiya jinan misoger dikin ben derxistin."







