Kuştina Rojda Yakişikli hat şermezarkirin

  • 15:03 29 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - EŞÎK, kuştina Rojda Yakişikli şermezar kir û got: "Jiyana jinan nikare bibe mijara efûyeke eşkere an veşartî. Jiyana me, mafên me, xewnên me nikarin di nav qanûnên kisîkê de werin girtin. Li şûna pakêtên nû divê polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinan diparêze bên derxistin."
 
Piştî derketina 11'emîn Paketa Darazê li Amedê Rojda Yakişikli hat kuştin. Derbarê kuştinê de Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) daxuyaniyek nivîstî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Me gelek caran ji hemû berpirsiyaran re ragihand ku ev qanûn mafê jiyanê yê jinan tehdît dike. Ji ber ku jin nayên parastin, me hewl da ku em wan li ser tedbîrên lezgîn ên ku ew dikarin bigirin agahdar bikin. Me di bangên xwe yên berê de nirxandinên xwe kiribûn. Me şîdeta mêran wek rejîmeke bêcazhiştinê bi nav kir. Ev rejîm her ku diçe dibe polîtîkaya dewletê. Erka dewletê pêşîgirtina şîdeta li dijî jinan e. Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide kiryaran. 
 
Jiyana jinan nikare bibe mijara efûyeke eşkere an veşartî. Jiyana me, mafên me, xewnên me nikarin di nav qanûnên kisîkê de werin girtin. Li şûna pakêtên nû divê polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinan diparêze bên derxistin."