11’emîn Pakêta Darazê hat qebûlkirin
- 20:18 24 Kanûn 2025
- Rojane
EQNERE - 11’emîn Pakêta Darazê ku girtiyên siyasî nehewand û rê li ber bertekan vekir, pêşiya tahliyeya bi hezaran gumanbarên ji sûcên din hatine girtin vedike, bi dengên AKP û MHP’ê hat qebûlkirin.
11’emîn Pakêta Darazê ku ji aliyê AKP’ê ve hat meclîsê û pêşiya tahliyekirina bi hezaran kesên ji gelek sucî girtîne vedike, hevdîtinên wê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bidawî bû. Pakêt piştre dan ber dengdanê. Di dengdayîna hat kirin de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji ber girtiyên siyasî di pakêtê de tunene û pêşiya tahliyeya gumanbarên sûcên li hember jin û zarokan vedike bê alî deng bikaranîn. CHP jî di alî redkirinê de deng bikaranî.
Der barê pakêtê de 372 deng hatin bikaranîn. 274 heb der barê qebûlkirinê de 77 deng di alî redkirinê de hat bikaranîn. 21 deng jî bêalî hat bikaranîn.
Bi dawîbûna hevdîtina pakêtê re meclîs jî heta 6’ê Çile ket betlanê.







