Xizmên Windayan li sê bajaran çalakî li dar xistin

  • 14:20 20 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windayan û ÎHD, bi çalakiyên ku li sê bajaran li dar xistin vê hefteyê jî ji bo xizmên xwe yên winda daxwaza edaletê kirin.
 
Çalakiyên ku ji hêla malbatên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve ji bo pirsîna li aqûbeta windayan û daxwaza darizandina sûcdaran hatin lidarxistin, vê hefteyê jî berdewam kirin.
 
Amed 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 716'emîn de berdewam kir. Çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî ku di 24'ê Kanûna 1994'an de li Navçeya Aksarayê ya Stenbolê hate binçavkirin û ji wê demê ve heta niha tu agahî jê nehatiye girtin hate pirsîn. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD'a Êlihê, rêveberên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn.
 
Metna çapemeniyê ji aliyê rêveberê ÎHDê Serdar Yildirim ve hate xwendin.
 
Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:
 
“Îsmaîl Bahçecî yê ku di sala 1968'an de li Sêwregê ji dayik bûye, malbata wî di sala 1979'an de koçî Stenbolê kiriny. Bahçecî xwendekarê Fakulteya Rojnamegerî û Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê bû. Her wiha serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê jî bû. Ji ber vê yekê, ew bû hedefa polîsan. Polîs du caran hatin mala wî û pirsîn ka Îsmaîl li ku ye? Di 24'ê Kanûna 1994'an de hevalên wî ji malbatê re ragihandine ku Îsmaîl li Aksarayê hatiye binçavkirin. Îsmaîl birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
 
Daxwazên wan ên ji bo tayînkirinê red kirin
 
Birayên wî Şehmus û Ûgûr çend tişt û hinek pere girtin û çûn qereqola polîsan. Polîsan gotin, ‘Kesekî wisa tune ye, me kesek bi vî navî negirtiye.’ Serokwezîr Çîller û Serokkomar Demîrel daxwazên wan ên ji bo tayînkirinê red kirin. Wezîra Mafên Mirovan a Dewletê Azîmet Koyluoglu ku ew pê re civiyan, ji wan re got, dibe ku Îsmaîl bi îşkenceyê hatibe kuştin û hatibe avêtin çalekê.
 
Piştre malbat çû Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî. Wezîrê Karên Navxwe ji Dayîka Fatma re got, 'Dûa bike ku kurê te di destê polîsan de be. Ez ê lêkolîn bikim û ji te re bibêjim.’ Dayîka Fatma hejmara telefona xwe û navnîşana xwe hişt. Lê tu bersiv ji wan jî negirt. Dema ku girtina Îsmaîl hate redkirin, hevalên wî, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi kampanyayên ku wan organîze kirin ev mijar anîn ber çavên raya giştî ya neteweyî û navneteweyî. Lê lêpirsînek bi bandor nehat kirin. Doza Îsmaîl Bahçecî li ser refikên tozgirtî yên dadgehê man.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Êlih
 
Li Êlihê, çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 716'an de berdewam kir. Çalakiya vê hefteyê li ser aqûbeta Îsmaîl Bahçecî bû ku di 24'ê Kanûna 1994'an de li Aksaray a Stenbolê hat binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî jê nayê girtin.
 
Rêveberê ÎHD'ê Sedat Yildirim Bahçecî çîrok windakirina Îsmaîl Bahçecî vegot. Yildirim got ku dosyeya Bahçecî di refiken biztoz ên adliyeyê de hat bicihkirin û doza edaletê kir. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Colemêrg
 
Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 206'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên ditın, kıryar bên darizandin" hat vekırın, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan li kiryarên birayên hev Eyup û Mahîr Karabey ku di 1995'an de hatin binçavkirin  cenazeyê wan ê îşkencekirî hat dîtin, pirsin û doza edaletê kirin. 
 
Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD'ê Eren Baskin ve hat xwendin.