Abdullah Ocalan: Ez bang li Kurdan dikim ku bibin yek

  • 12:18 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyamek nû bang li Kurdan kir û got: “Ez bang li hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.”
 
Li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê li ser pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê konferansa bi navê “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve” konferansek tê lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansa li Hewlêrê tê lidarxistin re peyameke nivîskî şand û peyam ji aliyê Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamaneterê DEM Partiyê Mîthat Sancar ve hat xwendin.
 
Peyama Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
 
“Beşdarên hêja,
 
Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.
 
Ez ji bo lidarxistina vê konferansê û bi taybetî jî ji bo ku sernavê ‘Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve’ diyar kiriye Navenda Lêkolînan a Rûdawê pîroz dikim. Ev sernav, rastiyê bi awayekî rast nîşan dide. Me di çil salên borî de, bi tecrubeyên tal gelek caran dît ku, li Tirkiyeyê aştî îhtimal û rewşek e ku bi zehmetî bi dest dikeve. Vê carê jî derfeta aştiyê “bi zehmetî bi dest xist”, lê ji bo gihandina encamê divê em bi hemû hêz û hesasbûna xwe hewl didin.
 
Eger ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere; dê serdemeke nû destpê bike ku tê de li şûna şer û wêraniyan, jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê pêk were.
 
Tercîha min ew e ku Kurd, bi wan dewletên ku derfeta pêwendiyeke li ser bingeha civaka demokratîk didin wan re, di nav yekîtî û hevgirtinê de bin. Ez vê yekê wekî “entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk” pênase dikim. Pêvajoya ku em niha dimeşînin dispêrim ser vî esasî û ez di wê baweriyê de me ku dê bi ser bikeve.
 
Li gorî min, divê pêwendiyên di navbera Kurdan de jî di şêweyê yekîtiyeke li ser bingeha demokratîk de bin. Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.
 
Ez ji bo konferansa we hêviya serkeftinê dixwazim û silav û rêzên xwe yên ji dil pêşkêş dikim.
 
Abdullah Ocalan
 
Girava Îmraliyê”