Peyamên 1’ê Îlonê: Li dora daxwaza aştiyê bibin yek

  • 11:50 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl daxuyanî dan û banga “Li dijî şer em li dora daxwaza aştiyê bibin yek” kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan. 
 
Ji TJA'yê peyama aştiyê
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Civak bêyî azadiya jinan azad nabe. Aştiyeke ku ne li ser deng, ked û têkoşîna jinan be, nikare mayînde be. Bi boneya 1'ê Îlonê, em dubare dikin: Em li dijî polîtîkayên şer aştiyê, li dijî wêrankirinê jiyanê û li dijî serdestiyê azadiyê diparêzin. Em bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo aştî û civakeke demokratîk didomînin. Bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî, bi hevgirtina jinan a ku sînoran derbas dike û bi rêya xwe ya ber bi azadiyê ve, em ê aştiyeke mayînde, bi rûmet û wekhev bişopînin.
 
DBP'ê banga têkoşîna hevpar kir 
 
Di daxuyaniya DBP’ê de îşaret bi şerê li Filistîn, Sûriye û Ûkraynayê hate kirin û wiha hate gotin: “Têkoşîna gelê Kurd ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo jiyaneke bi hev re ya demokratîk û aştiyane ya gelan hemûyan e.” Hate destnîşankirin ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo paşeroja hevpar a Tirkan, Ereban, Lazan, Çerkesan, Elewiyan, Êzidiyan û hemû gelan gelekî girîng e.
 
Bi domdarî îşaret bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate ragihandin ku aştiyeke mayinde tenê bi ewlekirina mafên gelê Kurd, naskirina mafên çandî û perwerdeyê yên bi zimanê dayikê û pêkanîna şert û mercên azad ên Abdullah Ocalan dibe. DBP’ê got: “Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de banga me ye; werin em li dijî şer û hilweşînê mil bidin milên hev; têkoşîna demokrasî, edalet, azadî û wekheviyê mezin bikin. Paşeroja hevpar a gelan li ser bingeha aştiyê ava bikin. Li hemberî polîtîkayên şer ên ji Rojhilata Navîn belavî cîhanê bûye, em bi hev re aştiyê qezenc bikin.”
 
Ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk peyama yekitiyê 
 
Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk de jî wiha hate gotin: “Di demekê de ku axaftin li ser gefa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê kirin, dewlet çekên xwe zêde dikin. Di polîtîkayên şer de destkeftiyên gelan nînin.” Înîsiyatîfê, bang li gelan kir ku dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mifteya aştiyê yekitiya neteweyî ye, ji bo aştiyeke mayinde û bi rûmet jî bang li hikûmetê hate kirin ku bi lez gavan biavêje.